17 augusti 2018

Trump îcar bi bivik nîşanî Tirkiyê da








Serokê Dewlwtên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump, bersîveke pir zelal da gef û fortên Tirkiyê. Trump do bi şev bi twîttekê dîtina Amerîka ya li ser mesela Brunson wiha anîye zimên:


”Tirkiyê bi salan ji Amerîkayê feyde dît. Nuha keşeyê welatparwerekî mezin e û welatê me temsîl dike û merivekî muhteşem e êsîr girtine. Ji bo berdana merivekî bêsûc emê tu tiştekî nedin. Em bi Tirkiyê ra têkiliyên xwe kêm dikin.”

Ez bawer dikim piştî vê twîtta Trump dolar dîsa ewê bifire û tl ya tirk jî ewê ser serî here xwar.

Ev gotinên Trump vekirî nîşan dide Tirkiye ji bo berdana Brunson ji Amerîkayê hin tiştan dixwaze. Amerîka jî vê şantaja Tirkiyê qebûl nake û fîdyê nade irkiyê.

XXX

Kekê Ahmet Okçuoglu gotiye, ” Berê coxrafiya jeopolîtîk ya Komara Tirkiyê li ser ava bûbû di lehê wê da bû, lê êdî di eleyhê wê da ye.”

Bi baweriya min jî ev fikreke rast e. Tirkiye li herêmê rêbiriyê, korsaniyê dike û ji bo Ewrûpayê êdî tahlûkeyeke mezin e.

Heta nuha tirkan ji dijayetiyên Xerbê û Sovyetê û dû ra jî ji yên Amerîka û Ewrûpayê feyde dîtin. 

Lê belê him Ewrûpa û him jî Amerîkayê, lê bi taybetî Amerîka hêdî hêdî fêm dike Tirkiye ne mitefikekî saxlem e, ew li dijî hemû nirx û hêjayiyên Xerbê ye, gava hewce be kane Natoyê jî, Ewrûpayê jî û Amerîkayê jî ji paş va xencer bike. 

Amerîkîyan dîtin Tirkiye li herêmê korsaniyê, rêbiriyê dike, xelkê rehîn dikgre, şantajan dike û dixwaze bi van metodan debara xwe bike. 

Erdogan di vî warî da bi ser jî ket, bi şantajan, bi girtina rehîneyan ji Yekîtiya Ewrûpa û ji Alamanyayê bi milyaran xûg girt.

Lê Trump dana xûgê red kir. Ji nuha û pê da îşê tirkan zor e, baweriya Xerbê berê bi wan dianî şikest û êdî dem hatiye vê dewleta ceberût basko bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE