25 augusti 2018

Facebook, wey mala te hezar carî ava be !



Facebookê ji min ra gotiye Zinar,  di 11 salên te yê Facebookê da 200 hezar kesî ji nivîs û parvekirinên te hezkirine, ecibandine.

Dîsa li gorî Facebookê bi nivîsên xwe min 200 hezar kes kêfxweş kirine.

Gelek spas ji bo vê agahdariya hêja. Hûn gelkî sax bin Facebook, mala ew hezar carî ava be, yekê we bi hezar be !


Ez nizanim min do çi kir û çi xwar, lê mêrika zanin di 11 salan da min çend nivîsî belav kirine û çend kesan nivîsên min ecibandine.

Û di ser da viya jî belaş dikin, min ji wan tiştekî wiha nexwetiye. Xêra xwe, ji bo însaniyetê vê xizmeta mift û belaş dikin.

Û misilmanên me hîn jî ji van camêran ne razî ne, hîn jî neyartiya wan dikin. Celadên seriyan difirînin, li talanên xelkê dixin, tecawizî namûsa xelkê dikin, mal, milk, gund û bajarên xelkê dişewitînin, ewê herin cinetê û yên Facebook çêkirine û belaş dane xizmeta wan, ewê jî herin cahnimê...

Hela hela, wê demê cinet ciyê wehşan, ciyê celad, tecewazkar û zulimkaran e !

Heger hewqas ereb, tirk, faris, celad, zalim, dîktator, musilmanên diz, virek û zulimkar herin cinetê, bi Xwedê cinetê jî bibe Afganîstan, Îraq, Sûriyê, Tirkiye, Suûdî û welatên musilman...

Va ye Swêd hêdî hêdî dikin wek xwe. Ez soz didim ev wehşan herin ku ewê wêran bikin. Çimkî îdeolojî û felsefeya wan ne ya merivan, ya wehşa ye, ji hovan û wehşan medeniyat sadir nabe...

Dibê nigên van hov û faşîstan bi cinetê nebe, cinet ciyê mucîdên Facebookê, twîttê, telefonê, telewîzyon û bi hezaran îcad in din in. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE