19 augusti 2018

Emê bi vê qûşê tu carî negihîjin Mûşê



-Dibêjin zilamek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tunebû, dema dew hebû nan tunebû, dema herdu jî hebûn ew ne li mal bû.

Nuha nan jî heye, dew jî heye, lê kurd ne li mal in, li çol û çepelan zikbirçî digerin, naçin nan û dewê hazir naxwin.

Nuha ewê jî ji destê wan here, wek her tim ewê dîsa bimînin tî û birçî.


-Du gayên yekî hebûn, yek nediket hundir, yek jî ji hundir dernediket.
Herdu jî kurd in, tu carî bi hev ra naçin cot.

-Zor nagîheje kerê, kurtan/palan dikute.

-Ji tunebûna şêran, rovî xwe li meydanê nîşan didin wek egîd û mêran.

Ji tivingê ra nîşan, ji hespê ra meydan û ji egîd û xweşmêran ra jî şer û rojên giran.

Di rojên giran da meriv dibîne kî boxe ye, kîberan e...
Me di van rojên giran da serokên xwe baştir nas kirin.

-Kalbûnê li min kar kir, xortaniyê mala xwe ji cem min bar kir, qîza ruyê xwe ji min guherî, bûka dilê xwe ji min sar kir.

Gelî keç û xortên ezîz û xoşewîst, berî ku ev tişt were serê we jî qîmeta xortaniyê bizanin û dilê xwe mihûz nekin.
Ji min gotin, êdî hûn bi kêfa xwe ne...

-Dibêjin zilamek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tunebû, dema dew hebû nan tunebû, dema herdu jî hebûn ew ne li mal bû.

Nuha yê kurdan nan jî heye, dew jî heye, lê kurd ne li mal in, li çol û çepelan zikbirçî digerin, naçin nan û dewê hazir naxwin.

Piştî demekê ewê jî ji destê wan here, ewê dîsa bimînin tî û birçî.

-Tirkan serokekî tam layiqî xwe dîtine. 

Camêr xweş diçirîne, bi fesal li hev tîne.
Tirk dibêjin ”beroş gindirî qapaxa xwe dît.”
Kurd dibêjin, ”sibhan ji wî Xaliqî, dudo li hevdu aliqîn, yek kor, yek çavşeliqî.”
Xwedê mirazê wan bi hev bike ya Rebî...

-Ji rûvî ra gotin rûvî tu çima xwe hewqasî dihejînî?
Got ”li min tê û ji min tê lema.”

Yaho zirt, fortên vala, derew, irqçîtî, şelafî çiqas xweş li tirkan tê. Tu dibêjî belkî sirf ji bo derew û şelafiyê hatine dinê. 

Ji miletekî çawa kane hewqas virek û şelaf derkevin meriv fêm nake…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE