08 augusti 2018

Dibê meriv nivîsîna bi kurdî li kurdan neke minet



Firat Cewerî gotiye, “li gel ku heqas sal in ez surgûnê dijîm, li gel ku îmkana min ya nivîsîna bi zimanên din jî heye, lê dîsa jî min bi înad nivîsanî bi vî zimanî domand.”

Heyran tu kesî kes mecbûrî tu zimanî nekiriye, kî bi kîjan zimanî dinivîse bira binivîse, azad e. Dibê meriv nivîsandina bi kurdî wek fedekariyekê telaqî neke û li sere kurdan neke minet û serhevde...


Dibê kes ji bo xatiran bi kurdî nenivîse.


Lê bi qasî ez fêm dikim hin kes nivîsandina bi kurdî li serê kurdan dikin minet, wek ku bi nivîsên xwe yên bi kurdî çêyiyekê, xêrekê bi kurdan dikin û lema jî dibê kurd şêkirdar û minetdarên wan bin.

Heyran miletê kurd ji kesî ra negotiye bi kurdî binivîsine ya jî nenivîsîne. Kî bi çi zimanî dinivîse serbest e, bi kêfa xwe ye.

Te wek Firat Cewerî gelek kar û xebatên baş kirine, ev rast e û xelk viya dibîne û teqdîr jî dike. Ez jî teqdîr dikim. 

Lê dibê meriv van xebatên xwe wek çêyiyeke bi kurdan, wek fedekariyeke şexsî nebîne û gotinên werin vê maneyê neke.

Ev yek ne ji bo nivîskariyê tenê, ji bo hsinet û hunerên din jî wiha ye. Meriv ji tiştekî hez dike û wî îşî, wî karî dike. Lema jî ne xweş e meriv bibêje welh ez kanim bi zimanên din jî binivîsîm lê jib o xatirê kurdan ez bi kurdî dinivîsim.

Bi baweriya min dibê meriv ji bo xatiran û bêdil tu tiştî neke. Mesele hezkirin û bawerî ye. Ez bi xwe wiha dibînim. 

Ez ji nivîandinê û blogeriyê hez dikim û lema jî her roj bi kurmancî dinivîsim. Lê ez vê yekê wek çêyiyeke bi kurdan nabînim. Heger min jê hez nekira, min rast nedîta min blogerî nedikir, min her roj nedinivîsî.


Lînka hevpeyvîna Firat Cewerî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE