05 augusti 2018

Bes fortan bidin xwe, hûn çi dikin bikin...



Tirk ne layiqê dewletê bûn lê pîncên balkanî û kafkasî ew kirin xwedî dewlet. 

Serê rojan eli ser biryara Ameîkayê dipeyin, her telefonî Pompeo dikin.

Beyanan didin.

Rexene dikin.

Gazaninan dikin.

Gefan li Amerîkayê dixwin.

Efendim "miletê tirk li hemberî gefan stuyê xwe xwar nake...", kes nikane "bi zor tiştekî bi Tirkiyê bide qebûlkirin..."

Ev 4-5 roj in wek leglegan leqleqa wan e.

Dewleteke cidî wiha nake.

Gava Amerîka dîplomatekî rûs ji welêt derdixe, rûs bêyî bikin qîjewîj roja din ew jî dîplomatekî emerîkî ji Rûsyayê derdixin.

Tirkan ev çend roj in em ji guha kirin, lawo hûnê çi bikin bikin, hûn çima hewqasî dirêj dikin? 

Hûnê çi bersîvê bidin Amerîkayê bidin. 

Di vê rewşê da meriv bi rojan gilî û gazinan ji Amerîkayê nake. 

Efendim em mitefik in, nizanim çi û çi ne.

Kurro dev ji edebiyata mitefikiyê berdin, Amerîkayê di heqê du wezîrên we da biryarek girtiye û di hin waran da ambargo fdaniye ser we.

Fermo hûn jî bersîvê bidin. 

Peyva we, gazinên we tiştekî beradayî ye, ne karê dewleteke cidî ye.

Dewleteke cidî wiha nake, bi rojan napeyive, bersîvê dide. Hûn çi dikin bikin, bes bikin leqleq.

XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye wî TALÎMAT daye hevalên xwe ji bo ku ew jî du wezîrên Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Edaletê ceza bikin û dest deynin ser mal û milkên wan yên li Tirkiyê.

Her bijî, hêvî dikim di gotinê da nemîne û îro têxin praktîkê. 

Esas bi dîtina min ev hindik e, dibê Tirkiye li hemberî Amerîkayê hin gavên din jî bavêje.

Çimkî Amerîkayê li hemberî Tirkiyê hin biryarên din jî girtin, ewê balafirên F-35 û sîlehên giran nedin Tirkiyê.

Madem "deqe dûqe" ye, dibê tam "deqe dûqe" be...

Tirkiye dewleteke mezin e, birêz Erdogan serokekî pir mezin e, lema jî dibê li hemberî van zirtên Amerîkayê bêdeng nemîne...

Serokê mezin dibê mezinahiya xwe nîşanî Trump bide...

XXX
Serokê mafya Dîmîtar Zhelyazkovê bûlgar, dostika wî û 6 zilamên wî li Stenbolê hatine girtin.

Ne ecêb e, Tirkiye bûye hêlîna mafya, çete, qatil, fîrar û mahkûman.

Ji her dera dinyayê bi hezaran mahkûm, fîrar, serokên mafya, qatilên hêzên îslamî direvin Tirkiyê, hemû li tirkiyê disitirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE