12 juli 2018

Donald Trump: Kurd hevpeymanên me yên zîrek û cengawerên bêhempa ne



Serokê Amerîkayê Donald Trump li Brukselê, di civîna NATOyê da li ser pirseke nûçegihanê Kurdistan24ê pesnê kurdan daye û gotiye: 

”Kurd gelekî mezin e û cengawerên bêhampa ne. Herwiha  ji gelek aliyan va hevpeymanên me yên zîrek û hişyar in...”


Ev gotinên serokê Amerîkayê Donald Trump di heqê kurdan da pir girîng in, nîşan û îspata mitefîqîyeke stratejîk ya kurdan û Amarîkayê ye. Ev hevalbendiya kurdan û Amerîkayê ewê dewam bike.

Ez bawer nakim heta nuha tu serokekî dewletekê ji bo kurdan peyveke wiha ji dil û samîmî kiriye. Ev gotinên Trump li ser kurdan miheqeq neyarên me gelkî gelkî aciz kiriye. Ev gotinên Trump mesaja berdewamiya hevpeymaniya kurdan û Amarîkayê ye.

Di heqê kurdan da ji bo kirina kelameke wiha samîmîyet û cesaret lazim e, bi Trump ra herdu jî hene.

Lê helbet tiştê Trump ji bo kurdan gotiye ne pesnekî ne rast û bêbingeh e. Serê sedsalan e kurd li herêma xwe li hemberî sê hêzên, sê împartoriyên herî mezin û çar dewletên herî hov û xwînxar serî netewandine, wek gelek miletên din teslîm nebûne û heta roja îro hebûna xwe domandine.

Lema jî heger meriv ne bêbext û telaqreş be gerek mêranî û cengaweriya kurdan înkar neke.

Û dibê meriv viya jî bibêje, heger ne Trump bûya , heger ji dêlî wî Hillary Clinton seroka Amerîkayê bûya Tirkiyê, Îranê û Îraqê ji zû da wek gurên har bi me ketibûn û qira me anîbûn. Yê rê li ber êrîşên Tirkên, Îranê û Îraqê digre, nahêle kurdan qir bikin Trump e. 

Trump heta nuha wek Pûtîn bi kurdan ra bêbextiyê û qeleşî nekiriye. Û hêvî dikim neke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE