18 juni 2018

Piştì 38 salan cara pêşî ye min raya xwe da




Piştì 38 salan cara pêşî ye Zinarê Xamo raya xwe dide ! Do ez û xanim çûn ser sindoqê û me rayên xwe dan  Selhedîn Demirtaş .

Lê me tenê da Selhedîn, me neda HDPê. Ez raya xwe nadim HDPê. Ji xwe min di serî da gotiye boykot. Lê ji bo ku rayên kurdan, hêza kurdan xuya bike me ray da Demirtaş, lê neda HDPê. Dibê ev jî were zanîn


Tiştê ez dibînim heger sextekarî nebe ne mimkûn  e Erdogan qezenc bike.  Lê ewê bi zor îktîdarê nede. Bi milyonan rayên sexte, yên mirîyan, rayên xeyalî çêkirine....

Yanî muxalefet ji sedî 80 jî bigre, Erdogan ewê bibêje min qezenc kir...

XXX






Do em û çend hevalên din mîvanê Muzeyen xanimê û Mahmûd Lewendî bûn.
Piştî ku min û xanimê çû raya xwe da Selhedîn Demirtaş, me bi Mumtaz û Leyla xanimê ra berê xwe da mala Lewendî.

Mala Lewendî û Muzeyen xanimê jî hezar carî ava be zîyafetek xweş dan me.
Û bi xêra wan me çend nas û dost û heval jî dîtin û li ser hilbijartinan sohbetek xweş kir.
Baranê bîstekê cî li me teng kir, lê ew jî xweş bû, ji zû da ve bû me dengê ximîna baranê nenihîstibû. Ev du meh li Stockholmê baran nabare. Hindik maye swêdî jî wek musilmanan derkevin dua baranê…

Lê li van deran xelk zane ev ne îşê dua mua ye, lema jî tu carî kes kar û îşê xwe li hêviya Xwedê nahêle û dernakeve dua mua…
Careke din spas ji bo wê mazûbaniya ji dil û rûken û ji bo wan xwarinên Muzeyen xanimê yên bi tahm û lezîz.
Lê tirşika Lewendî jî ne xerab bû, dibê meriv heqê wî jî nexwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE