Rismekî 7-8 sal berê |
Dildarî bi zorê nabe, bi gotegotê û bi pitepitê nabe, dibê
dil têkeve, bixwaze, dibê jê hez bike…
Heta dil nexwaze, heta jê hez neke meriv nabe aşiq û maşûq, meriv
nabe pinpinîka ser gulê, meriv nabe dîn û muptelayê yarê.
Nivîsîna bi kurdî jî wiha ye.
Devjêberdana ji tirkî jî wiha ye.
Dibê dil bixwaze.
Dibê bawerî qewî be.
Bi şîretan, bi rexnekirinê, bi libergerê, bi gotegotê û
pitepitê kes dev ji tirkî bernade.
Dibê hezkirin kêm bibe.
Heta hezkirina ji tirkî kêm nebe û ya ji kurdî zêde nebe hûn
çi bikin jî evîndarên tirkî dev ji tirkî bernadin.
Ji bo dev ji tirkî berdin dibê hezkirina wan kêm bibe, dibê fikir û îdeolojiya wa nya nivîsîna bi tirkî biguhere.
Dibê dilê wan ji Tirkiyê, ji tirkan û tirkî sar bibe, dibê Tirkiye, tirk û tirkî li ber çavên wan reş bibin.
Rojekê dilê min xiyanetê bi min ra bike û bibe evîndar û
sewdaliyê keçeke tirk, bawer bikin ewzê wî ji sînga xwe derxim û bavêjim.
Destê bi tirkî binivîse û bibe nivîskarekî, şairekî tirk ew dest ji mim ra nelazim e...
Ez nabêjim bira her kes wek min bifikire û wek min bike.
Belkî ev gotinên min li gorî gelekan pir ekstrem bin.
Belkî di vê fikra xwe da ez şaş im
Lê ev fikrê min e, ez çi difikirim ez wê dibêjim.
Ez nikanim ji tu tiştekî tirkan hez bikim.
Min her tiştê tirkan û Tirkiyê li dilê xwe yasax kiriye.
Heta ew dilê min be ew nikane ji tirkî û Tirkiyê hez bike.
Dilê têkeve keçeka tirk û ji Tirkiyê hez bike ji min ra nelazim e !
Ez viya ne îro, ev 50 sal in dibêjim.
Di xortaniya min da jî çavê min tenê keçên kurd didît, dilê min kanîbû tenê bibûya aşiq û maşûqê keçeka kurd.
Wî ev yek baş zanîbû.
Min tu carî destûr neda ew çav berde horiyeke tirk.
Min tu carî destûr neda ew ji Tirkiyê hez bike..
Min tim jê ra got, ez qebûl nakim tu bibî dildarê keçeka ji qewmê welatê min dagir kiriye û ez ji xwe ra kirime kole.
Wî baş zanîbû ez cidî me û îxanetê ebeden efû nakim…
Yên min nas dikin zanin, di salên 1980î da min gotiye heger xanima min tirk bûya minê dev jê berda.
Îro jî ez li ser eynî fikrê me….
Heger min bi kurdî nizanîbûya û tenê bi tirkî zanîbûya mine dev ji nivîsandinê berda.
Lê vê jî dibêjim, her kes mesûlê xwe ye, kî çi rast dibîne wê dike û dibê bike jî.
Çawa ez bi ya kesî nakim, kes jî ne mecbûr e bi ya min bike. Wek min got, meriv çi rast dît dibê wî bike, dibê oportunîstiyê neke, dibê dobre û rastgo be.
Mihî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe dared dibe.
Ez didim dû dilê xwe û bawriya xwe, kî ji min diqehere bi kêfa xwe ye….
Ez jî li dijî têkilîya xortên kurd û keçên tirk im, meseleya ecibandin û flortê dîsa heta derekê dibe ku pêk bê lê ku mesele bû evîndarî û zewac û tiştên bi vî rengî, tu xêrek di wî xortî da namîne, nahêlin. Tabî zarok û yên pêy jî nesîbê xwe jê digirin.
SvaraRaderaWisa ye, meriv nikare him a reş û him a sipî bi hev ra biparêze, divê tercîheka merivî ya ripîrast hebe.
Erê, ji xwe mesele tercîh e, dibê meriv bi herdu aliyan ra jî flortê neke
RaderaEz nakim...