02 april 2018

Nigê me li Dalkurdê nehat û maça xwe ya pêşî 2-0 wenda kir



Ev 38 sal in li Swêdê me, ev cara pêşî ye ez û xanim diçin maçeke futbolê û maça Dalkurdê. 

Lê ji şansê Dalkurdê yê xerab ra nigê me li Dalkurdê nehat û di maça xwe ya pêşî da 2-0 li hemberî AIKyê wenda kir. AIK maç 2-0 qezenc kir.

Dalkurdê xerab nelîst lê pozîsyonên gol jî zêde nequliqand. Di deqîqya 57a da Yukiya Sugita japonî nêzî golê bû, lê qelebanê AIK Oscar Linnér bi reflekseke xweş xelaskirineke muhteşem kir.

Dibê Dalkurd bêtir ofensîv bilîsta, lê nelîst, giranî dan parastinê û parastina wan jî zêde ne baş bû. Dibê lîstikvanên raqib hewqas rehet mêzî saha wa nya cezayê nebin.

Golê AIK yê pêşî golekî xweş bû, lê golê deqîqa 92a golekî belaş bû, qeleban şûtê pêşî xelas kir, lê hîn ji erdê ranebûbû top lê vegeriya û bû gol. 

Dibê ew ne gol bûya. Sûc yê paristinê bû. Lê helbet ev maça yekê ye, hîn 29 maçên din hene. Baweriya me bi lîstikvanên Dalkurdê û bi antrenorê wê temam e. Piştgirên Dalkurdê heta dawiya lîgê ewê piştgiriya xwe bidomîn. Dalkurda ji sifirê heta vira hat, em bawer dikin ewê di lîga yekê da jî serkeftî be. Bi wendakirina maçekê tişt nabe.


Wek min got ev cara pêşî ye ez û xanim çûn maçeke futbolê. Lê kêfa xanim jê ra hat û me biryara da ji nuha û pê da emê herin hemû maçên Dalkurdê yên Stockholmê. Ez ji xwe heyranê futbolê me. Ji min ra loto lêket.

Ji ber ecîmîtiya min li stadyûmê ez çûm ketim ciyê tiştmişt lê difrotin û min xwest aleke, kaşkoleke Dalkurdê bikirim, ji bo ku bavêjim ji dor hustuyê xwe da.

Lê min bala xwe dayê hemû tişt yên AIK ne. Ji nezanî û safiya xwe min ji karkirekî ra got ka forme û tiştmiştên  Dalkurdê li ku tên firotin?

Xort pir qeherî, awirekî tûj da min, tu nemabû li min xe, got ”ez nizanim, vira ciyê AIK ye…”

Min fêm kir ku min bi nezanî tiliya xwe xistiye qulika mozan…

Min ji xanimê ra got, xanim zû em ji vir derkevin, em li ciyê şaş in…


Bilêt jî min şaş kirîbû, ciyê me di nava alîgirên AIK da bû. Dema min bilêt kirî, min ji keçika bilêtfiroş ra got ciyekî herî baş bide min. Keçika gîşeyê jî got, ”seksiyona malbatan” pir sakîn e û meriv baş dibîne. 

Lê ew der ne nava sporciyên Dalkurdê bû, di nava alîgirên AIK da bû.

Lê me ji ber wan danexwar. Xanimê ala kurd ji hustuyê xwe dananî.... Her kesî zanîbû em ne ji wan in, em alîgirên Dalkurdê ne. Ala kurd em didan dest… 

Mala wan ava kesî bela xwe di me neda û em sax silamet ji nava wan xelas bûn û gihîştin mala xwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE