Yekîtiya Ewrûpayê(YE) biryar da 3 milyar euro xûgî(harac)
bide Erdogan.
Yekîtiya Ewrûpayê sala çûnî(par) jî 3 milyar euro xûgî, ji
bo ku Tirkiye koçberên top kirine neşîne Ewrûpayê da Erdogan.
Lê wa ye dikin 3 milyarên din bidinê. Erdogan ji Yekîtiya
Ewrûpayê ra dibêje heger tiştê ez dixwzim hûn nedin, ezê tiliya xwe li çavê we
xim û belkî jî bikutim we. Heger hûn naxwazin ez bikutim we, dibê hûn her sal
herî kêm 3 milyar uro bidin min, ji bo ku ez kanibim çeteyên xwe yên îslamîst
xwedî bikim.
Û YE jî ji bo ku "qûna" xwe ji ber kutanê xelas bike, her sal 3 milyar euro xûgî dide Erdogan.
Erdogan jî bi vê xûgiya ji Yekîtiya Ewrşpayê distîne qismekî
pê sîlehan dikire û qismekî jî li çeteyên Daîşê, Nusrayê û çeteyên din belav
dike.
Yanî meriv kane bibêje meaşê çeteyên Daîşê yên bi Artêşa
Tirk ra Efrînê dagir dikin û kurdan dukujin Yekîtiya Ewrûpayê dide.
Tirkioye çeteyên îslamî top dike, perwerde dike û dişîne
Sûriyê û ser kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê jî meaşê wan dide.
Erdogan baş fêm kiriye serokên Yekîtiya Ewrûpayê çi fisek,
kêmaqil, tirsok û bênamûs in.
Lema jî mêrik wek boxa li ser Yekîtiya Ewrûpayê diçêre, ji
kîsê YE bi hezaran çete û qatilên îslamî fînanse dike. Û bi van çeteyan jî
Sûriyê tevlihev dike, Ewrûpayê tehdîd dike û Efrînê dagir dike.
Meriv kane bibêje yê rejîma Erdogan ya îslamî-faşîst fînanse
dike Yekîtiya Ewrûpayê, bi saya xûgiya ew didin Erdogan, ev rejîma ceberûrrûd
kane li ser hukim bimîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar