09 mars 2018

Li ber çavê hemû dinyayê Tirkiye û Daîş li Efrînê sûcên li dijî însaniyetê dikin




Li hemberî kurdan Tirkiye û Daîş û hemû çeteyên ereb yê îslamî bûne yek, civata tirk ya faşîst û Rûsyaya namerd jî piştgiriyê didin vê cepheya îslamî ya xwînxwar.

Û kurd hîn bi tenê ne, hêzên li dijî vê cepheya îslamî ya faşîst û har li qetla kurdan temaşe dikin.


Li Sûriyê, li Efrînê biserketine vê cepheya Tirkiye-Daîş, parn-turkist-îslamî ji bo hemû Ewrûpayê û welatên cîranên Tirkiyê jî tahlûkeyeke pir mezin e. Ji bo Îsraîl jî tahlûke ye.

Erdogan li Sûriyê, li Efrînê bi ser keve ewê bela xwe di gelek welatên din jî bide, ewê Yûnanîstanê jî, Îraqê jî rehet nehêle, ewê ji wan jî erd bixwaze. Erdê li Sûriyê dagir bike ewê nede, ewê bi Tirkiyê ve girê bide.

Ji xwe hedefa Erdogan careke dibn bibe Împaratorîya Osmanî. Erdogan bêyî şer nasekine û heta li Tirkiyê Erdogan li ser hukim be li herêmê şer ewê berdewam be.

XXX

Gava meriv bala xwe dide risim û vîdeoyên şerê Efrînê yên tirk belav dikin, meriv tenê çeteyên îslamî yên ereb dibîne,leşkerên tik li ortê xuya nakin 


Tirkiyê çeteyên îslamî dane pêş. Yên êrîşî Kobanêî kirin û yên Îro li Efrînê şerê kurdan dikin eynî hêz, eynî çete ne, 

Ji destpêkê şer da ye Tirkiye bi Daîşê ra ye, geh bi dizî, geh eşkere. Îro li Cindirisê leşkerên tirk û çeteyên Daîşê mil bi mil, bi hev ra şerê kurdan dikin û gund bajarên kurdan, malên kurdan talan dikin.

XXX


Di vê bîstikê da ez dixwazim ji bo tirkan gotina herî giran, herî xerab bibêjim lê tu gotin, tu xeber dilê min rehet nake, kîjan xeber/çêr tê bîra min pê qayil nabim, dibêjim ev xebereke pir sivik e.
Lema hêrsa xwe, êş û jana dillê xwe ber hundurê xwe didim; ji bo ku li hemberî vî miletê nazî û neyarê hebûna min û qewmê min mezintir bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE