06 mars 2018

Bi axaftina tirkî em kurdan jî û xwe jî asîmîle dikin



Hin dost û heval dibêjin ew ji bo xatirê kurdên bi kurdî nizanin bi tirkî dinivîsin. 

Dewletê qismeke ji me asîmîle kirine. Ji dêlî ew wan fêrî kurdî bikin, wan ji asîmîlasyonê xelas bikin û nehêlin hinên din jî wek wan têkevin tora asîmîlasyonê, ew jî bi tirkî dinivîsin û dibin wek wan.


Wek tuxtorê ji bo ku alkolê û cixarê bi nexweşê xwe bide terikandin, ew jî pê ra alkolê û cixarê vexwe.



Hemû bahaneyên Tirkiyê yên wek PKKê, "terorê" vir e, bê bingeh e. Tirkiye dibêje li tu derê gerek kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet, dixwaze dewleteke îslamî be jî

Dijayetiya Tirkiyê ya referandûma Kurdistana Başûr siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd baş eşkkere kir.

Kesê hîn jî bi van virên Tirkiyê û AKPê dixape ya jî wer nîşîan dide bextê xwe reş dike, her kes zane Tirkiye li dijî her babet desthilata kurd e, şexs û partî ji bo Tirkiyê qet ferq nake. 

Erdogan bi qasî li dijî PKKê ye, hewqasî li dijî serwebûna kurdên başûr e jî.

Erdogan çend caran eşkere got, "şaşiya me li bakurê Îraqê kir, emê li bakurê Sûriyê nekin."

Yanî ji ber ku wan hîşt Kurdistana Federe çê bibe, wan şaşiyeke mezin kir û ewê li Sûriyê vê şaşiyê nekin.
Êrîşa ser Efrînê ji bo vê yekê ye.

Du xortên kurd yên jîr û fedakar ji helbesthezan ra xizmeteke gelkî giranbuha kirine.

Di vê aplîkasyonê(sepanê) da 3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî hene.

Aplîkasyon/sepan bi sê zaravayên kurdî(kurmancî, soranî, zazakî) dixebite.

Amadekarên vê aplîkasyonê/sepanê Rênas Xendekî û Mazlûm Ozdogan in.

Ez li ser navê xwe û navê bloga xwe ”hindik-rindik” ji erd heta bi ezman spasî van herdu xortên jîr dikim. Hêvî dikim di nava kurdan da jimara yên wek wan zêde bibe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE