10 februari 2018

Yê ne hevalê dijmin be dagirkirina welatê xwe naparêze




Min nuha di TRTkurdî da çend deqîqeyan guh da programa Vahdetîn Înce, Civak û Siyasetê.

Beşdarên programê, moderator Vahdetîn Înce, Abdullah Kiran, Kemal Gumuş, Muhsîn Kizilkaya.

Tu ferqa wan ji Mevlut Çavuşoglu û Bînalî Yildirim tunebû. Çavuşoglu, Yildrim û Erdogan ji bo Efrînê û PYDê çi dibêjin, wan jî bêyî şerm bikin, bêyî têkevin binê erdê eynî tişt gotin û parastin.

Li gora Vahdetîn Înce, Abdullah Kiran, Kemal Gumuş, Muhsîn Kizilkayayê kurd jî Tirkiye bi êrîşa ser Efrînê, bi kuştina zarok û xelkên swîl bi heq e. Tirkiye "mecbûr" bû vê êrîşê bibe ser Efrînê û Efrîên bombebaran bike.

Li gorî van herçar kurdên bûne hevalên neyar heqî Tirkiyê ye Efrînê dagir bike, kurdan mecbûrî komçberiyê bike û hemû Kurdistana Rojava ji destê kurdan derxe û wek Erdogan dibêje vê "korîdora terorê" ji kurdan paqij bike û bide "xwediyê wan yê eslî, yanî bide ereban.

Vahdetîn Înce, Kemal Gumuş, Muhsîn Kizilkayayê pir bi heraret, wek faşîstên tirk, wek neyarên kurdan yên devbixwîn, wek qumanderekî artêşa tirk, wek qatilekî îslamî yê ASAyê(Daîs-Nusra) êrîşa Tirkiyê diparastin.
Abdulah Kiran li gorî wan hinekî şermok bû, ji ciyê xwe, ji hevalbendiya xwe ya bi dijmin ra, ji durûtiya xwe memnûn xuya nedikir. Lê ferq nake, ha meriv bi dil bû hevalê neyarê xwe û ha jî bi dil. 


Gava meriv bibe cahş û xayinê qewmê xwe şerm jî namîne û meriv bêbext û bêûjdan jî dibe. Meriv kane bi bêbextî bibêje PYDê ji Efrînê êrîşî Tirkiyê dikir, lema jî Tirkiye mecbûr e xwe biparêze.

Meriv ne xayinê qewmê xwe  be meriv êrîşa Tirkyê ser Efrînê naparêze, meriv ne cahşê dijmin be meriv hewqasî bêûjdan û zalim nabe.

Kurdê hîn jî bi van kesan ra hevaltiyê bikin, hîn jî van kesan bigrin nava xwe, ew ji wan jî xerabtir in.

Meriv nikane bi xelkê, nikane rê li ber tercîhên cahşan û xayinan bigre, lê meriv kane bi xwe, meriv wan ra hevaltiyê nake, silavê nade wan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE