03 februari 2018

Yê balafira Rûyayê xist dîsa ne Tirkiye be?



Wezareta Parastina Rûsyayê jî xistina balafira Su-25 piştrast kir û got pîlot jî miriye.

Medyaya tirk dibêje ”Opoziyona Sûriyê” balafirxistye. Di destê Opozîsyona Sûriyê da fuzeyên balafiran bixînin tuneye, ev îşê artêşaTirkiyê ye, wan xistiye lê dixin hustuyê ”opozîsyonê” û Artêşa Sûriya Azad e.

Ji xwe Îdlib jî di destê Tirkiyê û çeteyên wê  Artêşa Sûriya Azad da ye. Maneya xwe Tirkiyê balafir xistiye. Ya jî fuze daye wan. Rûsyayê got fuze ya Emerîkayê ye û ji destê sisiya ketê destê terorîstên îslamî. Heger fuz ya Emerîkayê be, wê demê Tirkiyê daye wan.

Bêyî Tirkiyê, bêyî  alîkariya Tirkiyê kes nikane û newêre balafira Rûsyayê bixîne.

Lê Rûsyaya qeleş û bêexlaq ev yek heq kiriye. Tirkiye zane Rûsya ewê tu jahra wan nexwe, Pûtîn bi çend quriş bertîl ewê xwîna vî pîlotê xwe jî bifroşe Erdogan.

XXX
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li dijî rexneyên li ser Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derketiye û gotiye:

"Artêşa Sûriyeya Azad li gel kê ye? Bi Mihemedê min ra ye. Li ser milê wan çi heye? Ala Tirk heye. Li ser milê PYDê çi heye? Ala Amerîkayê heye."

Emerîka welatê dinyayê yê herî bi hêz e. Heger dewleteke wek Emrîka hevaltiya YPGê û kurdan dike, ev ji bo YPGê û kurdan şerefeke mezin e. Tişekî YPG ji ber hevaltîya xwe ya bi Emerîkayê ra şerm bike tuneye.

Lê belê hevaltiya Tirkiyê bi terorîst, çete û qatilên îslamî ra ne tiştekî meriv pê serbilind bibe, di esasê xwe da ji bo Tirkiyê rûreşîyeke pir mezin e. 

Ji bo ku terorîst û qatilên Artêşa Sûriya Azad îro bi artêşa we ra kurdan dikujin, hûn ala xwe li milê wan dixin û van qatilan diparêzin. Lê sibe hûnê pir poşman bibin, ji ber vê hevaltiya we ya bi van terorîst û qatilên îslamî ra hûnê bedelekî giran bidin.

Tirkiye êdî ne bi dizî û di bin ra, terorîst û qatilên îslamî wek leşkerên xwe bi kar tîne û ala xwe bi milên wan ve dike. Ev jî tê wê maneyê Tirkiye ji her kirin û sûcê wan berpirsiyar e.


XXX
Ya mumhîm ne gotin e, kirin e. Kî ji bo Efrînê îro çi dike dibê meriv bala xwe bide wê. 

Çimkî îro em ji gotinê bêtir motajî kirin û alîariyê ne.
Tirkiye ji bo ku xurt e, ji bo ku balafir, tank û topên wê hene û ji bo ku em miletekî bêkes in Efrînê, gundên wê ji kêfî wêran dike. Sîlehên xwe diceribîne, bi kuştina me leşker û çeteyên xwe perwrde dike.

Û Neteweyên Yekbûyî û dinya jî li vê wahşetê temaşe dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE