13 februari 2018

Tirk dixwazin bi hezeyanan alîkariya Amerîkayê ji ser PYDê qut bikin

Foto ji rojnameya Miami Herald hatiye girtin.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê(DYA )Rex Tillerson roja îniyê diçe Tirkiyê. Mijara Tillerson û Tirkiye ewê li ser bipeyivin û têkevin gewriya hev piştgiriya Amerîka ya ya bi HSDê-PYDê û bi kurdan ra ye.

Ji bo ku Amerîkayê bitirsînin û piştgiriya wê bi kurdan bidin qutkirin, berpirsiyarên Tirkiyê beyanê li ser beyanê didin, gotinên xwe yên herî dawî dikin, heta qala şerê bi Emerîkayê ra dikin.

Ev qîjewîj, gef û hezeyanên tirkan hemû ji bo guhertina siyaseta DYA ya li hemberî PYDê û kurdên Kurdistana Rojava ye.

Tirk dixwazin bi van gef û hezeyanan li Sûriyê bi Amerîkayê gavê paş da bidin avêtin,  ji bo ku Amerîka têkiliya xwe ji kurdan qut bike, alîkariya wan ne û destûrê bide êrîşa Tirkiyê ya Minbicê.

DYA ewê guh bide van gef, zirt û hezeyanên tirkan ya na hîn ne diyar e. Lê ji bo DYA guh bide gefên wan çi ji destê wan tê dikin.

Wek tê zanîn Pentagonê di butçeya xwe ya 2019a da 550 milyon Dolar ji bo alîkarîya HSDê texsîsîs kiriye. Ev yek jî tê meneya berdewamiya alîkariya PYDê ra ye.

Tirk berî zîyareta Tîlleron gotnên xwe yên da wî dibêjin, çi kevir di dawa wan da heye davêjin. Dibêjin heger Emerîka weka me neke emê bibin Vîetnam.

Tirkiye bi van gefan û tehdîdên qutkirina têkliyan dixwaze Emerîkayê bitirsîne û têkiliya bi PYDê ra pê bide qutkirin.

Emerîkayê ewê guh bide van gefên Tirkiyê ya na roja îniyê piştî hevdîtina Tîllerson bi berpirsiyarên tirk ra emê fêr bibînin. 

Heger Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê(DYA)bixwaze wek Rûsyayê bi kurdan ra bêbexitê bike, DYA çi bixwaze Tirkiye ewê bidê; "ÇI" bixwaze Tirkiye amadeye bide. Ji bo DYA alîkariyê bi PYDê ra, bi kurdan ra neke tiştê Tirkiye neke û nede tuneye.

Lê mesele DYA ewê qebûl bike ya na.

Heger DYA daxwaza Tirkiyê qebûl bike û dev ji alîkariya HSdê-PYDê berde, wê demê jî dibê destvala, wek hêzeke têkçûyî ji Sûriyê derkeve.

Çimkî li Sûriyê mitefikên DYA tenê HSD ye, yanî di esasê xwe da kurd in. Heger DYA dev ji alîkariya HSDê berde, li Sûriyê jî û li hermê jî têk diçe û meydanê ji Rûsyayê û ji Îranê ra dihêle.
Ez bawer nakim DYA viya bike. Lê dîsa jî her tişt mimkûn e. Carnan hişê meriv naçe ser hesabê dewletan. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE