11 februari 2018

Dinya bi kurdan ra bêbextiyê dike


Li Sûriyê li Îraqê di şikestina Daîşê û çete û terorîstên îslamî da rola kurdan pir mezin e. Vê rastiyê hemû dinya jî qebûl dike û dibêje.

Di şerê li hemberî Daîşê da kurdan bedelên pir mezin dan. Welatê me wêran bû. Me bi hezaran şehîd dan. 

Çete û qatilên îslamî yên Tirkiyê dest avêtin namûsa kurdan, keç û jinên kurdan êsîr girtin û ji xwe ra kirin kole.

Kurd li hêviyê bûn Ewrûpa, Emerîka û Rûsya alîkariya kurdan bikin. Ev yek maf û heqê kurdan bû, dibê Ewrûpa , Emerîka û Rûsyayê destê alîkariyê dirêjî kurdan bikirana.

Lê nuha li Efrînê û li Kurdistana Başûr eksê wê dibe. Bi destûra Rûsyayê û bêdengiya Emerîkayê, Tirkiye, Îraq û Îran ji nuh ve Kurdistanê dagir dikin û kurdan qir dikin.

Ev sê hefene Tirkiye li Efrînê agir bi ser serê kurdan da dibarîne, Efrînê wêran dike.


Ev bêdengiya dinyayê û Neteweyên Yekbûyî bêexlaqî ye, qeleşiyeke Rûsyyê û dinyayê ye.

Di esasê xwe da Emerîka, Ewrûpa û Rûsya deyndarên kurdane, bi xêra alîkariya kurdan kanîbûn li Sûriyê û li Îraqê Daîşê bişkînin. 

Lê nuha ji dêlî deynê xwe bidin, bacekê bi kudan didin dayin, çavên xwe ji êrîşên Tirkyê û çeteyên Daîşê ra digirin, li Efrînê li qetilkirina kurdan temaşe dikin.

XXX
Heta Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî êrîşên Tirkiyê û terorîstên îslamî wiha bêdeng bin Tirkiye ewê qetlîamên xwe bidomîne.

Lê ev bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û ya Yekîtiya Ewrûpayê ewê wek lekeyeke reş, wek bêşerefiyekê di tarîxa wan da were nivîsin.

Di serî da Rûsya, Emerîka û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê jî şirîkên vê teror û qetlîama Tirkiyê ye. Rûsyayê destûr neda, Emerîka û NY bêdeng nemana Tirkiyê nikanîbû êrîşî ser Efrînê bikira.


XXX
Rûsyayê li Efrînê bi kurdan ra bêbextî û qeleşiyeke mezin kir, Ev qeleşî wek rûreşiyekê ewê derbasî tarîxa rûsyayê bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE