06 februari 2018

Cahşên kurd dagirkirina Efrînê diparêzin



Orhan Miroglu gotiye, ”operasyona Efrînê kane civata kurd azad bike.”

Yê kumê bênamûsiyê bide serê xwe helbet ewê dagirkirina Efrînê wek azadkirina kurdan bibîne.

Zereyê şerefê bi meriv ra hebe meriv dagirkirina welatê xwe naparêze, nabêje heger artêşa tirk Efrînê bigre ewê gelê Efrînê azad bibe.

Kurdên bi AKPê ra êdî tu ferqa wan ji nîjadperestekî tirk nema ye.

Îpek Ozbeya pê ra hev hevpeyvîn kiriye gotiye:
”Efrîn, ew erd û av berê yê Dewleta Osmanî bû. Dewleta Osmanî di sala 1916-1917a da jê vekişiya. Mîratxurê Dewlveta Osmnî Komara Tirkiyê bi leşkerekî giran paş da vedigere wan deran. Wek serokkomar jî gotibû, ev hereket kane heta Bakurê Îraqê jî dom bike.”

Yanî Êrîşa ser Efrînê destpêka, gava pêşî ya dagirkirina tevahiya Kurdistana Rojava û Başûr e. Hesabê Erdogan û Tirkiyê ev e.

Lê ev loqekî pir mezin e, ewê devê Erdogan biçirîne. Tirk ewê viya bibînin. Xeyalpersiyên irqçî û dagirkeriyê ewê li ser Erdogan û Tirkiyê gelkî buha rûne.

Tecrubeya Kobanê li ber çava ye, van ehmeqan ji tarîxê jî dersê nagrin. Xurtiya wan ya di warê leşkerî da ew har û aşûnî kirine. Lê tevgera kurd ya netewî ev 35 sal in nîşan da ew naşikê. Li Efrînê jî ewê eynî tişt bibe.

Orhan Mîrogluyê bûye cahşê dewleta tirk ji vê hedefa Tirkiyê ra dibêje azadbûna miletê kurd.


XXX
Holandayê sefîrê Tirkiyê qewitand û yê xwe jî ban kir welêt
Wezareta Karên Derve ya Holandayê bi beyaneke resmî sefaretxaneya xwe ya Tirkiyê girt û sefîrê Tirkiyê yê Hollandayê jî qewitand û hevdîninên ji boşakirina têkiliyan jî bi Tirkiyê ra rawestand.

Ne Hollanda tenê, dibê hemû Ewrûpa têkiliyên xwe yê dîplomatîk bi Tirkiyê ra qut bikin. Bi rastî ciyê Tirkiyê bi vê îdeolojîya îslamî, irqçî û panturkîst û şerxwaz li Ewrûpayê tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE