16 januari 2018

Li Tirkiyê cezayê navê Kurdistanê 12 hezar û 322 lîre ye

Parlamenterê HDPê(Partiya Demokratîk a Gelan) yê Rihayê Osman Baydemir ji bo ku di axaftineke xwe ya parlamentoya Tirkiyê da peyva “Kurdistanê” bi kar anîbû 12 hezar 322 lîreyê tirk (3277 dolar) wek ceza ji meaşê wî birîn.

Di tarîxa meclîsê da ev cara pêşîye tiştekî wiha dibe. Irqçîtiyeke wiha hov û dirinde ne di tarîxa osmaniyan da, ne di ya cumhûrîyeta faşîst û kemalîst da û ne jî li tu welatekî din yê dinyayê nehatiye dîtin.

Li tu dereke din nehatiye dîtin dewletek navê coxrafyayekê, navê welatê miletekî lê yasax bike û ji ber bikaranîna wî navî însanan ceza bike.

Ev irqçîtiya bêemsal tenê mexsûsî dewleta tirk e. Bi îktîdara AKPê û îslamiyên tirk kemalîzmê, faşîzma pan-tirkîst terfî kir, çita faşîzmê bilindtir kir.

Kurdistan ne îcadeke Osman Baydemir e. Kurdistan navê welatê kurda ye, navê coxrafyayekê û heqîqeteke sosyolojîk û tarîxî ye. 

Di hemû ansîklopedî û xerîteyên dinyayê da Kurdistan wek welatê kurdan heye. Irqçî û faşîstên tirk navê Kurdistanê înkar bikin jî, Baydemîr ceza bikin jî rastîya hebûna Kurdistanê ji ortê ranabe. Ev cezayê dewleta tirk da Osman Baydemîr ne ji bo Baydemîr û ne jî ji bo miletê kurd pênc pere qîmeta wê tuneye. 

Lê be belê ji bo hukûmeta AKPê û dewleta tirk rûreşiyeke mezin ya tarîxî ye. Ev rûreşî wek lekeyeke reş heta û heta ewê di tarîxa AKPê û Tirkiyê da bimîne. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE