Xwedêgiravî pêşiyên kurdan li ser girîngiya yekîtiyê şîret
li kurdan kirine, gotine ”du bira bi yek bin, gundek bi wan nikane, gundek bi
yek be, welatek bi wan nikane, welatek bi yek be, dinya bi wan nikane.”
Gotineke pir biaqil kirine, şîreteke pir muhîm li hev û li zarokên xwe kirine, lê belê di praktîkê da tim eksê vê şîretê kirine.
Di tu serîhildaneke kurdan da kurdan yekîtiya xwe çênekiriye. Lema jî dijminên wan ji nîfaq û dubendiya wan feyde girtine û tim zora wan birine, serîhildan neçûne serî.
Bala xwe bidin hal û perşîniya kurdên Kurdistana başûr, di halekî pir xerab da ne, lê dîsa jî nabin yek.
Di tarîxê da desthilat û fersenda herî mezin ya kurdan bi dest xistiye di şevekê da wenda kirin...
Tu demekê, li tu beşekî Kurdistanê kurd demeke hewqasî dirêj, 26 salan wek dewleteke serbixwe nejiyan e.
Kurdan, Kurdistana ev 26 sal bû bûbû dewle, di şevekê da bêyî şer û liberxwedan wenda kirin; bi îxanekteke wek lîstika zarokan teslîmî Îraqê kirin. Bi dehhezaran pêşmerge yek derb bera dijminên xwe nedan û nîvî welatê xwe teslîmî Îraqê kirin.
Lê dîsa jî xayinên xwe ji nava xwe naqewitînin û li hemberî neyarên xwe nabin yek. Heta li ser namzetekî walîyê Kerkûkê jî li hev nakin.
Tiştê siyasetmedarên kurd ên başûrê Kurdistanê nîşan dan û didin ew ne gihîştine wê mistewa û kamiliya bibin milet û dewlet. Hemû partî ji berjewendiyên netewî bêtir, hîn jî li dû berjewendiyên şexsî û hizbî ne. Lema jî bira şerê ereban li wir bimîne, tirkmen zulmê, çavsoriyê û serkutiyê li wan û li gelê wan dikin.
Kurd nuha li Kurdistanê ji ber tirkmenan direvin, digrîn, dibêjin tirkmen li Xurmato û li Kerkûkê neheqiyê li me dikin, me dikujin, malên me dişewitînin. Tirkmen çawa kanin zulmê li kurdan bikin û malên kurdan bişewitînin? Û partiyên kurd jî ji dêlî hêzên xwe bikin yek û herin kîrê kerê min têxin diya êl û maka wan faşîstên tirkmen, ketine gewriya hev…

Heger li Kurdistanê tirkmen jî kanin zulmê li kurdan bikin bira hukûmeta Kurdistanê û partiyên kurd têkevin binê erdê çêtir e.
Ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe, ji merivên ne ehlê serokatî û n elayiqî nûnertiya miltekî tu tişt sadir nabe…Heger ne wiha bûya nuha kurd nektibûn vî halê perîşan, ne ketibûn bin destê tirkmenan û ji ber tirkmenan nedieviyan.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar