18 december 2017

Li Kurdistana Başûr milet li hemberî partiyan serî hilda



Îro Mamosteyan û mamûran li gelek bajarên Kurdstana Başûr, li Silêmanîyê, Helebçeyê, Ranyayê, Seyîdsadiq, Teqteq, Kelar, Çemçemal, Qeladizê, Rewandûzê û çend navçeyên din xwepêşandanên li dijî hukûmetê, PDKê, YNKê û Goranê çêkirin û bînayên wan şewitandin.
Li gorî medyaya Başûr dinivîse xwepêşandêran(kesên beşdarî mitîngê bibûn) baregehên PDKê, YNKê, Goranê, Komele û Yekgirtû û her wisa binkeyên asayiş û polîsê trafîkê yên Pîremegrûnê şewitandin.
Bi kurtî gel li Kurdistana Başûr li gelek bajaran li hemberî gendeliyê, îdareya hizbî, îxanetê û diziya petrolê serî hilda ye.
Bi dîtina min ev ne surprîze e, esas bêdengiya heta nuha ecêb e. Dibê gel ji zû da li hemberî vê sîstema dizan û îxanetê serî hil da…
Lê bi derengî be jî milet wa ye li hemberî gendeliyê, îdara hizbî, malbatî û diziyê serî hilda ye û ev tevger di rojên pêş da ewê berfirehtir bibe.
Li Kurdistana Başûr Kurdistana serbixwe li ber çêbûnê bû, lê sîstema dizan, gendeliyê, îdareya hizbî û malbatî û diziya petrolê çêbûna Kurdistanê beravêtî kir, nehîşt çê bibe.
Siyasetmedarên diz û ne xwedî lîyaqat, ne netewî nehîştin Kurdistan çê bibe.
Bi siyaseta gendeliyê, partîtiyê, malbatî gelê xwe perîşan kirin.
Şerê li ser petrolê û desthilatê bû sebebê îxaneteke dûrî aqilan .
Kurdistana serbixwe çê bûbû lê çênekirin, çimkî dizî û berjewendiyên şexsî û kursiya xwe di ser berjewendiyên netewî, di ser çêbûna Kurdistanê ra girtin û lema jî nehîştin Kurdistan çê bibe.
Îcar ev tevger kane tiştekî baş jî bi xwe ra bîne û kane xerabtir jî bike. Ev girêdayî serokatiya tevgerê ye.
Heger hin kesên zîrek, xwedî lîyaqat, ne diz û bi rastî netewî derkevin pêş û serokatiya gel bikin, ev tevger kane netîceyeke baş bi xwe ra bîne.
Lê heger tevger ne bi ser û ber be, baş ne organîze be û bê serokatî be kane bibe sebebê tevlihevî û kaoseke hîn xerabtir.
Yanî dijmin kane ji tevliheviyê sûdê bigre û hin provaksyonan çê ke. Şewitandina baregehên partiyan û wasiteyên xelkê îşaretên tahlûk e û xerab in. Dibê rê li ber tiştên wiha were girtin.
Hêvî dikim tevger neguhere kaosê û nebe anarşîyeke bê ser û ber…



1 kommentar:

  1. Xalo, ez dibejim melese tishtek din e. Bi ve yeke dixwazin bibejin kurd nikarin xwe idare bikin bila leshkeren iraqe herin wir kontrol bikin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE