11 januari 2017

Heger kurd bajaran li hev yasax bikin taliya me pir xerab e



Hêzên ewlekariyê yên PIRDE nehîştin parlamenterê Goran Elî Heme Salih û parlamenterê Komela Soran Omer herin Hewlêrê.
Hêzên asayişê ew bi rê da sekinandine û ji wan ra gotine ”ji jor da emir heye em nikanin bihêlin hûn herin Hewlêrê…”
Piştî minaqaşeyeke dirêj û du saet payin, herdu parlamenter bi malbatên xwe ra paş da vegeriyane Silêmaniyê.
Her tiştê me temam e bû, îcar em bajaran li hev yasax dikin.
Yanî tiştê ji me kêm, yasaxkirina bajaran û seyahetê ye.
Hêzên ewlekriyê yên girêdayî PDKê eynî tişt anîbûn serê serokê meclîsê jî, nehîştibûn ew jî here Hewlêrê.
Gelşa nabêna hêzan çi be jî ev ne tiştekî ku meriv xweş bibîne.
Her wisa ne elameta xêrê ye jî.
Zorbatiyeke dûrî aqilan e.
Gelşên nabêna PDKê û hêzên din, dibê nebe sebebê PDK, ji ber ku xwedî hêzeke çekdar e bajaran û gera Kurdistanê li muxalifên xwe yasax bike.
Ev tesarufke ne rast e. Wê demê kî kane bikê, yê bi sîleh ewê yê siwîl û bêsîleh bipelixîne
Yasaxkirina gerê, seyahetê li însanan çavsorî û zorbatiyeke herî dawî ye. Dibê meriv qebûl neke û li dij rabe.
Çawa meriv kane zorbatiyeke wiha bide kirin aqilê meriv nagire….
Dema PYD tiştên wiha dike hin kes dengê xwe pir bilind dikin, dibêjin ev zorbatiye û dixwaze her kurd li dijî zorbatiya PYDê dengê xwe bilind bike.
Bi baweriya min dibê meriv bike jî. PYD jî bike, dewleta tirk jî dibê meriv bêdeng nemîne û her gav li dijî zorbatiyên wiha derkeve.
Lê her çi hîkmet kesên PYDê protesto dikin, nikanin, newêrin ya jî naxwazin vê zorbatiya hêzên aşayişa PIRDê jî protesto bikin.
Ji wezîrê karên hundur îzaha vê zorbatiya hêzên aşayişê naxwazin.
Hêvî dikim serokwezîr Nêçîrvan Barzaî, birêz Mesûd Barzanî û wezîrê karên hundur, yanî kesên berpirsiyar vê zorbatiya hêzên aşayişê rast nebînin û li ser vê bûyerê beyanekê bidin.

XXX
BANG û AGAHDARÎ !!!
Polîsên tirk nuha girtine ser mala serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran û wî tewqîf dikin.
Pir li ber ketim, pir xemgîn bûm...
Diyar e dor hat girtina siyasetmedar û serokên kurd yên derî HDPê.
Dibê hemû partiyên kurd, hemû siyasetmedar, serok û ronakbîrên kurd, yên hîn nehatine girtin, berî ku dor were wan, bi hev ra li dijî girtina Îbrahîm Halîl Baran derkevin û wî bi tenê nehêlin.
Bêdengî, tirsonekî ne xelasî ye, mirin e.
Çavê hemû dost, zilam û xulamên Erdogan û dewleta tirk ronî be...
Lê rojekî ewê dor were wan jî, ev jî bi dor e, hêdî hêdî...
Ev destpêk e...
Ez girtina Îbrahîm Halîl Baran bi şîdet şermezar dikim.
Bimre faşîzim!
Bijî Azadî!
Bijî kurd û Kurdistan!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE