Min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…”
Altan Tan jî kuş derket…
Altan Tan jî kuş derket…
Li Tirkiyê û Kurdistanê siyaset bûye cambazî, bûye teqlebazî
û tîcaret, meriv bi yekî baweriya xwe tîne, jê hez dike, dibêje ev
siyasetmedarekî baş e, netewî ye, piştî demekê tu hew dinêrî kuş derket, ew jî
cambazekî profesyonel derket.
Meriv êdî nizane baweriya xwe bi kê bîne, bi kê neyne.
Piraniya însanan, siyasetmedaran bûne wek gûz û zebeşê kurmî…
Ez û Altan Tan di gelek warên jiyanê da, di warê îdeolojîk,
siyasî û dînî da wek hev nafikirin, dûrî hev in.
Lê li gel van fikir û dîtinên me yên cuda jî kêfa min ji
Altan Tan ra dihat, min dixwest ew û yên wek wî di nava PKK û HDPê da hebin.
Min di nava HDPê da hebûna wî û Tevgera Azadî bi feyde û li qezenca kurdan
didît û îro jî ez wer difikirm.
Lê Altan Tan ez hinekî ”xeyalşikestî” kirim. Ez nuha bala
xwe didimê wî jî ji nişkave dev guhertiye, ew jî êdî li têleke din û li
meqamekî din dixe.
Ew jî ji nişkave bi devê siyastmedarekî tirk, bi devê yekî
AKPyî, bi retorîka çep û kemalîstên di nava HDPê da dipeyive.
Ew jî wek dîndar, îslamîst û kemalîstên tirk û kurd, qala
cepheyeke li dijî Tirkyê, AKPê û Erdogan dike.
Cepheyeke ku dixwaze bi destê kurdan, bi xwîna kurdan heyfa
xwe ji Erdogan bigre û Tirkiyê tevlihev bike û dû ra jî ”dûzanekë bide
Tirkiyê.”!
Beyan û hevpyvînîn Altan Tan yên van rojên dawî ez bi xwe matmayî
hîştîm, min jê teqleyeke, çiveke, devguhertineke wiha nedipa. Min digot belkï
hewqasî rehet dev nehuhere.
Lê texmîna min şaş bûye, tu ferqeke wî ji cambazên siyasetê
tuneye yên berê em nas dikin tuneye.
Belkî jî ji ber tirsa girtinê, ji bo ku nekve hefsê lema
wiha berbî Erdogan ve çerx dike, van pasên siyasî dide Erdogan.
Lema bi Erdogan û AKPê ra, bi tirkan ra çavên xwe qurç dike
û dibêje ew ne ji kurdên ”bolucî/serxwebûnxwaz” e, ew ne li dijî Erdogan û
îktîdara wî ye. Ew ne li dijî îktîdara AKPê ye.
Hela hûn carê bala xwe bidin van gotinên Altan Tan:
”Di siyaseta navnetewî da kesên şerê wan bi Tirkiyê ra heye
hene. Ji şer jî wêdatir, kesên Tayyip Erdogan naxwazin, dixwazin wî tasfiye
bikin hene. Kesên dixwazin AKPê ji ser hukim da bixin hene. Û ya din jî kesên
li dijî îslamê hene. Van hêzan hemûyan kurd ji siyaseta xwe ra wek alet
hilbijartin. Bira kurd isyan bikin, lêxin, bişkînin ji bo ku armanca wan were
cî. Û dû ra jî dixwazin Tirkyê dîzayn bikin. Başe di viya da fêdeya kurdan çi
ye?”
Tu ferqeke van gotinên Altan Tan ji yên Galîp Ensarîoglu
tuneye. AKP, çep, kemalîst û îslamîstên tirk jî eynî wek Altan Tan bi van
argument û retorîkê êrîşî PKKê, HDPê û kurdan dikin.
Altan Tan jî bi van gotinên xwe eynî wek serokên AKPê,
kemalîst, çep û îslamîstên tirk dibêje dijminên Tirkiyê û AKPê û Erdogan kurdan
bi kar tînin, kurd, ji bo ku Tirkiyê perçe bikin û AKPê û Erdogan bixînin.
Tam ev 90 sal e, ji roja dewleta tirk ya irqcî û faşîst ava
bûye û vir da ye dewleta tirk û tirk vê buhtanê û retorîkê êrîşî hêzên kurd û
tevgera kurd ya netewî dikin.
Tiliya tu kesî di micadele û liberxwedana kurdan da tuneye,
tu kes ne li dijî tirkan û Tirkiyê ye, tu kes naxwaze ”dîzanê” bide tirkyê.
Tirk, serok û birêvebirên dewletê û hukûmta AKPê ji bo kuk u micadela miletê
kurd ya bi heq, ya netewî reş û terorîze bikin vê demagojiyê dikin.
Heta nuha hemû dinyayê, heta kurdan jî piştgirî dan AKPê û
Erdogan, bi hêviya ewê demokrasiyê bînin Tirkiyê û mafê kurdan bidin.
Lê piştî ku Erdogan cî da nigê xwe û karê xwe bi kurdan û
dinyayê qedand, dev guhert û bû merivekî din, bû şerxwaz û faşîstekî pir xedar,
got li Tirkiyê mesela kurd murd tuneye, mesela terorê heye û emê heta qiyametê,
heta yek terorîst nemîne li dijî terorê şer bikin.
Yanî hin dewletên xerîbî dijminên AKPê û Erdogan in,
dixwazin Erdogan û AKPê ji ser hukim da bixînin û dû ra jî Tirkiyê dîzayn
bikin, buhetaneke bêbingeh e, retorîka AKPê û rast û çepên tirka ye.
Kê bi van argumentan û bi vê retorîka kemalîst, milîyetcî û
tirkçî jî êrîşî PKKê û kurdan bikira jî dibê Altan Tan nekira.
Rexnekirina PKKê û xendekan û HDPê dibê meriv neke AKPyî û
parêzvanê Erdogan. Bi dîtina min jî siyaseta PKKê ya xendekan û di gelek warê
din da jî şaş bû û dibê meriv rexne bike. Dijminatiya AKPê û Erdogan ne rast
bû, em kurd nikanin qûna Tirkiyê rast bikin.
Kî mafê med ide bira bide. Ji bo me ya muhîm ew e, ne ku kî
li ser hukim e û kî dide.
Lê ji bo rexneyeke wiha ne hewceyî van teroriyên komployê
ne.
Jixwe her roj bi sedan, bi hezaran tirk û merivên Erdogan teorîsyeniya van komplo û cepheyên li dijî Tirkyê û Erdogan dikin.
Jixwe her roj bi sedan, bi hezaran tirk û merivên Erdogan teorîsyeniya van komplo û cepheyên li dijî Tirkyê û Erdogan dikin.
Welhasilî kelam Altan Tan jî kuş derket…
Kurd dibêjin, ”Min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…”
Kurd dibêjin, ”Min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar