Nivîskara rojnameya Hurrîyetê Verda Ozer dibêje Erdogan li
Waşhîngtonê ji Obama ra gotiye, ”werin dev ji PYDê berdin, ji dêlî wan ve emê
bi grûbên ereb û tirkmen ra ji li hemberî Daîşê şer bikin”
Lê belê emerîkiyan ”mealen” gotine em dev ji PYDê bernadin.
Lê belê emerîkiyan ”mealen” gotine em dev ji PYDê bernadin.
Ji bo ku Emerîka dev ji piştgiriya PYDê û kurdan berde
dewleta tirk, Hukûmeta AKPê dikane dînê xwe jî biguherîne û here ser dînê
Emerîkayê, yanî tirk kanin bibin xiristiyan jî.
Bira Emerîka dev ji piştgiriya kurdan berde tirk amadene her
tiştî, ema her tiştî bikin.
Çimkî tirkan sebebê hebûna xwe ya vê dinyayê bi neyartiya
kurdan ve girê danene, li gorî Erdogan-Davutoglu, dewleta tirk, miletê tirk ew
ji bo tunekirina kurdan li vê dinyayê hene. Wek dewlet û wek milet li vê
dinyayê wezîfeya tirkan ya esasî şerê kurdan ye, ji sedî 99ê tirkan wisa
difikirin.
Lema jî li her derê, her bihosteke vê parzemînê ji bo ku
koka kurdan biqelînin çi ji destê wan tê dikin.
Lê heger wiya nikanibin, bi kêmanî nehêlin kurd li tu derê
ji bindestiyê rizagar bibin, nikanibin li tu dereke cîhanê bibin xwedî maf û
desthilat.
Û bi rastî jî her tirk li her deran cîhnanê vê xebata li
hembrî kurdan pir aktîf, pir cansîperane dike.
Ez werim ser şerê Tirkyê û Daîşê (!)
Bêguman Emerîka zane heger Tirkiye bixwaze ne hewceyî şer e, bi emrekî tenê Erdogan kane Daîşê ji Sûriyê derxe.
Bêguman Emerîka zane heger Tirkiye bixwaze ne hewceyî şer e, bi emrekî tenê Erdogan kane Daîşê ji Sûriyê derxe.
Yanî berberî û şerê Tirkiyê yê li hemberî Daîşê dereweke bi
boçik e, Daîş girêdayî MITê û artêşa tirk e û emîrê Daîşê yê herî mezin û xwedî
hukim jî Erdogan e.
Erdogan bixwaze sibe dikane emir bide qatil û çeteyên xwe
yên îslamî û hemûyan derxe derî Sûriyê.
Lê nake, ji ber ku li hemberî kurdan bi kar tîne.
Erê ereb û faris jî dijminên kurdan in, erê ew jî naxwazin kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.
Erê ereb û faris jî dijminên kurdan in, erê ew jî naxwazin kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.
Lê belê ne bi vê ecëba tirkan, neyartiya yekî jî ne wek ya
tirkan e. Tirk li hemberî zuriyeta me, li hemberî hebûna me ne.
Û ne tenê li Tirkiyê, li her dera dinyayê, ji Esad bêtir
nahêlin, naxwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî mafekï herî biçûk.
Ji bo ku em li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf,
micadeleyeke derî aqilan didin, 24 saetan wek dewlet, wek milet, bi rengekî
profesyonel wer li pey me ne, wer şerê me dikin, wer li dijî me dixebitin.
Lema jî dibê her kurdê welatparêz vî neyarê xedar, vî neyarê
xwînxwar, faşîst û nazîst baş nas bike û bi dinyayê, bi zarokên xwe, bi qewmê
xwe bide naskirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar