24 oktober 2015

Min îşev bi hin dost û hevalan ra demeke xweş borand


Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê ji bo alîkariyê îşev şeveke kulturî çêkiribû. Ez nuha ji wir têm. 
Weleh gelek kurd hatibûn. Alîkariyeke baş jî top kirin.
Camêran xwarinên kurdî û şerab dan me.
Şeveke xweş û bi qalîte bû.Şahiyên wiha kurdan tîne ba hev û bîna meriv fire dibe. Em kurdên li dîasporayê hewcedarî şahiyên wiha ne. Enerjiyê dide meriv.
Xanim Roza Kurdî kovara ”Zarema” difrot. Ji min pirsî bê hela ez nakirim. Min got ma ez nekirim kê ewê bikire?
Hemû hejmarên wê tunebûn. Min hejmara 4 û 5a kirî.
Heta nuha min kovara ”Zarema” nedîtibû, min nuh dît. Nav û dngê wê min bihîstibû, lê ew bi xwe nedîtibû.
Wa ye îşev dîtina wê bû qismetê min.
Di hejmara 4a da li ser asîmîlasyonê nivîseke Mihmed Şarman heye. Bi rê da min hinek jê xwend. Ezê bixwînim. Mijareke pir balkêş e. Gelo asîmîlasyonê çi tesîr li miletê kurd, li rih û hişê kurdan kiriye, Şarman di nivîsa xwe da li ser vê mijarê radiwesta.
Mijara vê hejmarê femînîzm e, nabêna min û femînîzmê zîde tuneye lê dîsa jî ez lê binêrim. Belkî hin nivîsên balkêş hebin.
Di hejmara 4a da jî li ser bêdewletbûnê û nasnameyê hin nivîsên balkêş hene.
Bi îzna Xwedê hêdî hêdî ezê bixwînim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE