Wek tê zanîn serokkomar Erdogan, ji taxa berdûşan ji
Kasimpaşayê ye, ji derdoreke berdûş, pêxwas û mafîayê tê.
Lema jî tim li pey wî hin sûtal, çeqel û çaqokêşên wî hene.
Gava hewce be van çeqel, sûtal fedaiyên xwe bera xelkê dide, li xelkê
dielimîne, bi wan xelkê tehdîd dike.
Ji van sûtal, çeqel û fedaiyên Erdogan yek jî Mehmet Metîner
e.
Ji ber ku Metînr merivekî pir bêheya û pir çamûr e, qet li ber xwe nakeve, lema jî Erdogan bi piranî wî li xelkê dielimîne, bi vî fedaiyê xwe yê gurxenêq raqibên xwe tehdît dike.
Ji ber ku Metînr merivekî pir bêheya û pir çamûr e, qet li ber xwe nakeve, lema jî Erdogan bi piranî wî li xelkê dielimîne, bi vî fedaiyê xwe yê gurxenêq raqibên xwe tehdît dike.
Ji ber ku Aydin Dogan di nameya xwe da ji Erdogan ra gotiye
”bûyera te qal kiriye ne rast e, min tu carî ne ji te ra û ne jî ji yekî din ra
tiştê te gotiye negotiye”, Mehmet Metîner, Aydin Dogan tehdîd kiriye, gotiye
”em dizanin nenûkên te jî û diranên te jî bikşînin.”
Metîner, di telewîzyona A Haberê da Aydin Dogan bi van
gotinên jêr dehdît kiriye.
”Aydin Dogan kê dixapîne? Sînororên edebê derbas dike. Aydin
Dogan ewê hedê xwe bizanibe. Nenûkên wî jî û diranên wê jî em dizanin
hilkişînin. Ewê heddê xwe bizane. Îthamkirina serokkomar bi virekiyê qama wî
derbas dike. Dibê bi hurmet be. Dibê ji serokkomarê ji alî gel ve hatiye
hibijartin gotinên were maneya ”tu derewaan dikî” nebêje.”
Hemû fedaiyên profesyonel wiha ne, gava xwediyê wan xurt be,
yanî pişta wan saxlem be, dibin wek gurên har.
Mêrik bi termînolojiya qatil û îşkenceciyekî profesyonel
peyivîye, ji bo ku ji Erdogan eferimekê bigre ji Aydin Dogan ra gotiye, heger
tu zêde pêş da herî ”em dikanin nenûkên te jî û diranên te jî bikşînin.
Weleh ji sîstema, ji dewleta çeteyan her tişt tê, pir ne dûr
e Erdogan bi fedaiyên xwe yên wek Metîner nenûk û dirên raqibên xwe bikşîne.
Metîner tehdîdên xwe wiha domandiye:
Metîner tehdîdên xwe wiha domandiye:
”Tu dibêjî ez piştgiriyê nadim terorê. Ma tu sîteya
Hurrîyetê ya înternetê, weşanên CNNê qet naxwînî? Ma tu nivîsên Ezgî Başaranê
qet naxwînî? Nivîsên ji dêlî ku bibêjin PKK rêxistineke terorîst e, dibêjin
şervanên azadiyê, ev nivîs di rojnameya te da derdikvin.”
Ji ber ku wî ji bo çend qurişan carê ruhê xwe firotiye,
pişta xwe spartiye dewleta Erdogan, dixwaze her kes weke wî ji gerîlayên kurd
ra bibêje ”terorîst”.
Heger ji destê Metînerê fedaî were ewê nenûk û diranên her
kurdî, her kesê ku ji gerîla ra nabêje ”terorîst” hilkişîne.
Xulamtiya Erdogan ew tam har kiriye…
Xulamtiya Erdogan ew tam har kiriye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar