Bi qasî ku xuya dike Erdogan û Davutoglu dîsa emrê
operasyonan, emrê girtin, binçavkirin û terorîzekirina kurdan dane.
Ji alîkî da dikujin, didin kuştin û ji alîkî da jî digrin û terrorize dikin.
Ji ber ku xurt in, ji ber ku dewleta wan heye, ji ber ku kanin bi me, vê zulmê
li me û li zarokên me dikin..
Ev sê roj in li Tirkiyê û li Kurdistanê li hemberî kurdan wek wê sala 2009a
dîsa dest bi tewqîfateke pir mezin kirine.
Li Anqerê, Stenbolê, Îzmîrê, Edenê, Bedlîsê, Sirûcê,
Wêranşarê, Serêkaniyê, Mêrsînê, Bûrsayê, Şirnexê, Hezex, Îdirê, Wanê, Mêrdînê,
Amed, Bismil, Entab û Elezîze girtine ser gelek malan û bi sedan kes girtin bin
çavan.
Diyar e di civîna pêr û do da biryara van operasyonên zulmê û çavsoriyê
girtine.
Ji ber ku dewlet ya wan e.
Ji ber ku pûlis û leşkerên wan hene.
Ji ber ku kanin zulmê li me û li zorêk me bikin, her roj bi berbanga sibê ra
wek çeteyên çavsorî digrin ser malên me û li ber çavê dê û bavên wan destên
zarokên me li kelemçeyan dixin, heqaretê li wan dikin û bi xurûra gelê me
dilîzin.
Ji Qaramanê, Yozgatê, Samsûnê, Rîzeyê û Konyayê wek biyanî tên li welatê me, li
bajarê me, di malên me da, li ber çavên dê û bavên wan bi qurretî û çavsoriyeke
mezin li hustuyên zarokên me siwar dibin û destên wan li paş pişta wan kelepçe
dixin.
Hin dayikên zarokên me ji ber ku bi tirkî nizanin, nikanin ji van zalim û kurên
zaliman ra ya dilê xwe jî bibêjin, nikanin bibêjin çima hûn zarokên me digrin,
çi heqê we heye hûn vê zulmê li me bikin?
Hûn tirk in û em jî kurd in, çi karê we li bajarê me û di mala me da heye?
Tiştê pûlisên tirk li kurdan dike zulm û heqareteke mezin e. Tu mafekî wan
tuneye werin di mala me da vê zulmê li me bikin.
Bûlgar ya jî miletekî din here eynî zulmê li tirkan bikin ma tirk ewê çi his
bikin û çi bibêjin?
Bi vê zulm û terora xwe vê dewletê psîkolojiya miletê kurd xera kiriye,
piraniya însanên me seqet in, psîkolojiya kesî ne temam e. Şexsiyet bi kesî ra
nehîştine, gav û saetê xurûr û şexsiyeta însanên me dipelçiqînin.
Li ber çavê dê û bavê heqaretê li zarok û li ber çavê zarok jî heqaretê li dê û
bavê wan dikin. Ev zulm e û ne însaniyetî ye
Hemû parlamenterên HDPê, hemû siyasetmedar û saziyên kurdan dibê bi hev ra li
hemberî vê terora dewleta rirk, vê zulma Davutoglu û Erdogan tiştekî bikin, bi
milyonan dakevin kolanan û vê terora kêfî protesto bikin.
Wêranşar, rismê zulma dewleta tirk. Ev awir gelek tişt dibêje.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar