09 juni 2015

Raygirtina ji tirkan vir e


Bi Xwedê raygirtina ji tirkan vir e, HDPê herî zêde, herî zêde nîv prosend ji rast, çep, dîndar û demokratên tirkan ray girtiye. Biçire rayên tirkan nîv prosent e. Bajar bi bajr meriv dikane vê rastiyê bibîne.
Rayên din hemû yên kurdên di nava AKPê da ne. Ji sedî dehê kurdên di nava AKPê da dev ji AKPê berdan û li gel hemû kêmasiyan jî rayên xwe dan HDPê. Yanî HDPê ne bi ayên tirkan, bi rayên kurdan benda ji sedî dehî derabs kir. Dibê ev yek were zanîn.
Piraniya kurdên rayên xwe dan HDPê ji program û dîtinên HDPê ne razî bûn, lê ji ber neyartiya Erdogn ya bi kurdan ra û bûyerên Şengalê û Kobanê ji AKPê veqerayên û rayên xwe dan HDPê.
Jixwe gava meriv li bajarên Kurdistanê dinêre meriv vê veqetandina ji AKPê pir rehet dibîne.
Û ev yek li Tirkiyê jî wiha ye. Li Stenbolê, Îzmîrê û bajarên din jî kurdên heta nuha ray didan AKPê jê veqetiyan û çûn HDPê.
Dibê hin kurdên pispor vê yekê bi reqem û grafîkan nîşan bidin û devê tirkên bêkes û marjînal bigrin.



XXX
Ev cara pêşî ye serokê Emerîka Obama, Tirkiyê ji ber alîkariya wê ya bi Daîşê ra rexene kiriye, gotiye bi hezaran çeteyên Daîşê di ser Tirkiyê ra diherin Îraqê û Sûriyê.
Û tiştekî ji vê jî muhîmtir, Obama heta nuha telefonî serokwezîr Davutoglu nekiriye û jê ra serketin nexwestiye.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, ev cara pêşî ye Obama tiştekî wiha dike. Li gorî adetê piştî hilbijartinan Obama telefonî serokê partiya di hilbijartinan da bûye yekem dike û jê ra serketinê dixwaze.
Lê Obama îcar guh nedaye Davutoglu…
Weleh îşê Erdogan xerab e, Emerîka zalim e, bela xwe di kê bida çû jê da…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE