21 juni 2015

Bi Xwedê tenêbûn qet ne xweş e û weselam


Ez him bûme bermalî û him jî kebanî…
Ji danê nîvro da ye ez û xortê xwe yê biçûk Rojen ketine hewşê, sêncên dora hewşê dibirin, min hîn nig di bin xwe ve nekiriye. Sêncên dora hewşê bûbûn wek porê dînan. Dibê meriv bibire û dûzanekê bidê, ya na nexweş xuya dike, heta cîran jî dikanin aciz bibin. Çimkî estetîka kuçê û hawirdorê xera xera dike..
Berê me bi meqesê sêncên dora hewşê birrîn, bêxwedî him dirêj e (gelek dar in) û aliyek jî pir bilind e, ji bo birrînê qama(bejna) min pê ra nagihê, piştî vî temenî wek pêlewanan hilkişiyam ser nêrdewanê. Ji ber ku birrîna Rojen ne bi dilê min bû.
Heta me qedand bîn li min çikiya.
Rojen xort e, ne xema wî bû.
Piştî birrîna sêncên dora hewşê(darên dora hewşê) û paqijiya hewşê û avêtina çilo, dû ra dor hat çêkirina şîvê.
Min îro menu guhert, kir woka çîniyan û li ber jî birincek pir xweş çêkir.
Min woka xwe bi şîrê gûza hindê çêkir. Êdî kurd jî ketine dramatan efendim…
Bawer bikin woka min ji ya hosteyekî çînî ne kêmtir e. Lê çi feyde hûn nikanin tahm bikin. Lê min ji bo we rismê wî kişand. Ji bo ku di fantaziyê da nemîne.
Bi navê Xwedê heger xanim nexeyidiya û destûr bida ezê bizewiciyama û ji vê tenetiyê xelas bibûma…
Qenekê gava yek diçû zeyî ez bi tenê nedimam û nedibûm bermalî û kebanî.
Min çend caran di ber xanimê ra avêt lê xwe pir xeyidand, bi awirê xwe ez tirsandim.
Herçiqas min got xanim, ewê feyde bigihîje te jî, sebra we ewê bi hev were, qebûl nekir, got welat li ber te ye, here bizewice. Ez li mala xwe me... Halbûkî bavê wê, yanî xwezûrê min sê xanimên wî hene. Lê ew duduya jî qebûl nake…))
Yanî welhasilî kelam ezê vê hesretê bi xwe ra bibim gorrê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE