Îşev piştî şîvê, li ber telewîzyonê, di dema guhdarîkirina xeberên swêdî(19.30)da wek mirîşkan ez di xew ra çûm. Saet heta 20.00a nîv şiyar, nîv raketî min li ber xwe da, lê dû ra li ser ”emrê” xanimê min berê xwe da nava nivînan. Û nuh ji xew ra bûm.
Ji êvar da ye min di serê xwe da haziriya nivîsa xwe kiriye, lê bi xwedê îşev taqeta min tuneye.
Û li ciyê kar jî qet fersend çênebû ez rêzekê jî binivîsim. Nêt hebû lê keys çênebû. Carnan şert zora dil dibe…
Ji bo ku îro vî quncikî ji bin da vala û bênivîs nehêlim ez van rêzan dinivîsim. Naxwazim navê tembeliyê bi min keve.
Roja tiştekî nenivîsim xwe wek xwendevanê neçe dibistanê, ji dersê fîrar bike his dikim. Fena ku xwe ji wezîfeyekê vedizim dibînim. Loma ji xew rabûm.
Îşev hewqas ji min tê. Hêvî dikim maqûl were dîtin…
2015-04-27
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar