28 april 2015

Îngilterê û Fransayê çima dewleteke kurd jî ava nekirin?



Kovara Dengê, li ser sebebên bindestî û bêdewletbûna kurdan, ”çima Kurdistaneke kurdan ya serbixwe tunye”, bi sosyolog  ÎsmaîlBeşîkçî ra hevpevîneke pir xwes kiriye, çend pirsên pir xweş jê pirsîne.
Kovara Dengê, ev çend pirsên bi hev ve girêdayî ku dibê her kurd van pirsan ji xwe bike, ji Beşîkçî kirine:

“Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Rojhilata Navîn hema hema her miletek bû xwedî dewlet. Tenê kurd ji mafê dewletbûnê mehrûm hatin hîştin, çima? Xalibên wê demê, bi taybetî jî Îngilistan û Fransa li gorî menfaetên xwe û di bin kontrola xwe bi dehan dewletên ereb ava kirin. Eynî Îngilistanê û Fransayê çima dewletek kurd ava nekirin? Avakirina dewleteke kurd çima nehat hesabê van herdu hêzên emperyalîst? Tiştê nehîşt Îngilistan û Fransa viya bike çi bû?

Beşîkçî sê sebebên gelek kurd nizanin nîşan dane. Hersê sebebên Beşîkçî nîşan dane gelkî balkêş û rast in.
Lê pir kêm kurd bi van sebeban dizanin. Ev jî ji ber qelsî û zeîfiya zanîna dîrokê tê. Em kurd, bi taybetî jî siyasetmedarên Kurdistana bakur ji dîroka xwe ya nêz pir bêhay in. Tiştê tên zanîn jî zanîneke şaş û belovacî ye. Ji ber ku çavkaniyên zanîna me bi piranî ne em in, dijminê me ye. Em dîroka xwe ji wan fêr bûn. Hêdî hêdî em bi vê malwêraniyê dihesin.

Besîkçî, ji sebebên çênebûna Kurdistanê yek, têkiliyên Sêx Mahmûdê Berzencî û Mustafa Kemal nîşan daye û gotiye:

“Herçiqas Şêx Mahmûdê Berzencî ji Îngilistanê ra digot “Ez qiralê Kurdistanê me, min wek qiralê Kurdistanê nas bike”, lê li alî din bi Musta Kemal ra jî di nava têkiliyê da bû. Mustafa Kemal jî dixwest kurd bi Îngilistanê ra şer bikin. Wî dizanî bû ku di vî şerî da ewê kareke kurdan tunebe. Lê Mustafa Kemal bi xwe bi van hêzên emperyal ra, him bi dizî û him jî eşkere di nava her babet têkiliyan da bû.
Şêx Mahmûd, bi fikrê ewê Padîşah rizgar bikin, Xelîfe xelas bikin, Îslamê xelas bikin bi Îngilistanê ra ket nav şerekî pir giran. Di vê demê da Şerîfê Mekkê Husên, ji bo ku dewleteke ereb ava bike bi Îngilistanê ra hevîtinên bi dizî û eşkere dimeşand. Û kurdan jî ji bo ku Padîşah, Xelîfe di destên hêzên emperyal da êsîr in, îslam di bin dîzmeyên dijminan da dinale, dibê ew werin xelaskirin şer didomandin. Esas ev plana Mustafa Kemal bû, wî îdare dikir.
Ev, di wan salan da (salên 1920a da) dikane sebebekî avanebûna dewleta kurd ya serbixwe be.”

Sebebê duyem jî Beşîkçî bi qirkirina ermeniyan û antîpatiya ewrûpiyan ya li hemberî kurdan ve girê dide, dibêje navê kurdan di qirkirina ermeniyan geriya û ev yek jî bû sebebê peydabûna îmajeke ne baş, heta dijminatiyeke, bêbaweriyeke li hemberî kurdan.
Loma jî Beşîkçî dibêje:

”Sebebê duyem jî, di sala 1915a da hin kurdan di qirkirina ermeniyan da bi dewletê ra tetîkçîtî kirin, hevkarî kirin. Li herêmên Diyarbekrê, Mêrdînê hevkariya hin kurdan bi dewletê ra heye. Di sala 1909a li Hakkariyê, di 1894-1895a li Sasonê di qetlîama ermeniyan da roleke kurdan ya xerab heye. Ev bûyer bûn sebeb ku li Ewrûpayê li hemberî kurdan hestên ne baş bi pêş kevin.”

Bi dîtina min di vê tespîtê da jî para rastiyê pir e. Yanî tesîra propagandeya ermeniyan li derve çêbûye rast e.
Lê vê propaganda antî-kurd bi qirkirinê ra det pê nekir. Gelkî berê qirkirina 1915a, di orta salên 1850î da bi riya hin mîsyonerên ewrûpî û pêşeng, nivîskar, dîndar û ronakbîrên ermenî dest pê kiribû.
Vê propaganda ermeniyan li derve li hemberî kurdan navekî xerab çêkiribû.

Ermenî ji ber ku him xiristiyan bûn û him jî li gorî kurdan bêtir ziman dizanîbûn. Û vê yekê jî îmkan dida wan dengê xwe yekalî bigihînin derve, bûyeran yekalî neqil bikin.
Li hundur jî heta 1915a têkiliyên ermeniyan û partiyên wan him bi padîşah ra û him jî bi îttîhatçiyan ra gelkî baş bû û tim giliyên kurdan dikirin.

Beşîkçî di vî warî da çend numûneyên din jî daye, qala şerê Mîr Bedirxan û Nastûriyan kiriye û gotiye van bûyeran di civta Fransa û Îngilistanê da gelek cî girtin. Loma jî di bîr û raya giştî ya Ewrûpayê da li hemberî kurdan hest û fikirên gelkî negatîf çêbûn û xurt bûn.

Lê ya herî balkêş Beşîkçî, koka nehezkirin” ji kurdan, dijminatiya ewrûpiyan ya li hemberî kurdan dibe digihîne Selahedînê Eyûbî û girtina Qudsê ji Xaçparêzan.
Beşîkçî dibêje,
”Di sala 1918a da gava Sûriye ji alî Brîtanya Mezin û Fransayê ve hat dagirkirin, generalekî îngilîz li Şamê çûye ser gorra Selahedînê Eyûbî, nigê xwe li gorra wî xistiye û gotiye:

 “Rabe Selahedîn, em dîsa hatin...!”

Bûyer çiqasî rast e, çiqasî nerast e li aliyekî, lê bingehekî vê dîtina Beşîkçî xoce ya dîrokî heye.
Û ev nehezkirina ji kurdan di sala 1980î da dema em hatin Ewrûpayê min bi xwe jî dît û his kir.
Mesela li Swêd ev antîpatiya li hemberî kurdan hîn jî xurt e. Û ez bawer dikim ku li welatên din jî zêde ne cuda ye.

Piştî liberxwedana Kobanê û şerê li dijî Daîşê ev rewşa antîpatî hinekî guherî û berbî sempatiyê ve çû.
Miletên xwedî şiûrekî netewî û zanîneke dîrokî têkçûnên xwe, ew bûbin noteke dîrokî ya bêmane jî ji bîr nakin. Yanî bi rastî jî evbûyer, ev anekdot dikane rast be.
Yanî zabitekî ewrûpî dikane viya bike.

Heger li ba serokên kurdan jî wek vî generalê îngliîz ev şiûr hebûya Şêx Mahmûd bawerî bi Mustafa Kemal nedianî. Lê çi heyf ku bawerî bi Musta Kemal anî û jê ra çend mektûp şandin. Lê Mustafa Kemal jî bi destê zabitê ”elçî”, ku ew jî kurdekî xayin bû, nameyên Şêx Mahmûd bi organîza tirkan dan Îngilîzan û gotin binêrin bi we ra çi bêbextiyê dike. Û bi wê jî nesekinîn, li ser navê îngilîzan bersîv dan Şêx Mahmûd û bi vî hawî ew û înglîz anîn heberî hev û berra heva dan. Yanî baweriya bi Mustafa Kemal û tirkan li başûrê Kurdistanê bû sebebê şerê bi îngilîzan ra û têkçûna kurdan.

Li gorî Beşîkçî, sebebekî din jî petrola Kurdistanê bû. Li Kerkûkê petrol hatibû dîtin. Li Mûsilê petrol hebû. Mustefa Kemal li ser Mûsilê heq îdîda dikir, ew di nava Mîsaqî Millî da didît.

Li gorî Beçîkçî, ”Mustefa Kemal ji Îngilîzan ra gotiye em ji heqê xwe yê petrolê ferexet dikin,(û ji xwe wisa bûye) hûnê jî li hemberî daxwazên kurdan yên serxwebûnê rawestin, piştgiriyê nedin wan.”

Em kurd ji ber ku ji dîroka xwe bêhay in loma jî gelekê caran dost û dijminên xwe baş ji hev nagerînin.

Mesela, wextekê em heyranê Lenîn û Stalîn bûn, me rexneyên pir giran li siyasetmedar û serokên kurdan digirt, me dijminê xwe tenê emerîka û hêzên emperyal dizanî, me digot heger serokên me berê xwe bidana Sovyetê, bibûna sosyalîst û alîkarî ji wan bixwestana nuha em jî xelas bûbûn û bûbûn xwedî dewlet.
Lê halbûkî serokên kurdan ji Lenîn jî û ji Stalîn jî alîkarî xwestine, ji wan ra name şandine, gotine heyran em jî wek we. Lê wan jî wek hêzên emperyalîst destê alîkarîkariyê dirêjî kurdan nekirin. Kurd di nava lepên guran da hîştin û kirin qurbanê berjewendiyên xwe.

Mesela Şêx Mahmûdê Berzencî di sala 1923a 3 name ji Lenîn ra şandin û jê alîkarî xwest.
Lê Lenîn bersîv jî neda nameyên Şêx Mahmûd.

Em dizanin Tevgera Azadî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi Sovyetê ra ketiye têkiliyan, çend hevdîtin bi konsulê wan ra çêkirine, ji wan sîlhan xwestine, lê serokên Sevyetê yên weê demê bi zanetî serî li kurdan gerandine, ew xapandine, ji bo ku nikanibin serî hildin.

Dîsa Qadî Mihmed jî di dema Komara Kurdistanê da alîkarî ji Stalîn xwest lê nedan, gotin  were îltaca bike.
Di dema Barzanî da jî eynî tişt hat dubarekirin. Sovyetê dîsa Beasî û Seddam tercîhî kurdan kir.
Yanî yê bi kurdan ra bêbextî kirine ne hêzên emperyal tenê ne, yên komunîst û sosyalîst jî bi qasî wan û heta ji wan zêdetir bêbextî kirine. Îcar em xwe nas nakin, loma jî dost û dijminên xwe jî baş ji hev nagerînin….





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE