20 januari 2015

Nivîskarî karekî zor e

Nivîskarî, rexnegirî ne karekî hêsa ye. Hela ji bo kurdan qet û qet ne hêsa ye, heta karekî pir zor, bi gelş û bi meşaqet e. 

Bi nivîskariyê qesta min kolumnîstî yanî kesê ku di rojname, medya sosyal ya jî di bloga xwe da dinivîse. Meriv dikane ji bo kesê wiha bibêje blogîst jî. 

Ez şair û romannivîsan ji vê katagoriyê cihê dikim.
Tu nivîskarekî, rexnegirekî çiqasî baş bî jî ne mimkûn e ku herkes ji te hez bike. Ji ber ku karê te rexnekirin, krîtîkkirin e. Pirrê caran tu tiliya xwe di qula mozê ra dikî, kerran bi guh dikî...

Tu çi binivîsî hinek pê kêfxweş dibin, lê hinek jî pê diqeherin. Hinek pesnê te didin û te bi asîmanan dixin, lê hinek jî êrîşî te dikin, te dixin binê erdê.

Hinek dibêjin yaho te çawa bîr bir tiştekî wiha nivîsî, helal be ji te ra, em te pîroz dikin û hinek jî bi gewriya te digrin û dibêjin, tu çawa dikanî vê neheqiyê li me bikî, tu çawa dikanî tiştekî wiha binivîsî?

Welhasil tu carî tu nikanî nivîseke li gorî dilê herkesî, nivîske ku herkes jê razîbe binivîse. Miheqeq hinekê tiştê te nivîsîye neecibînin, peyveke te neheq û şaş bibînin.

Lê nivîseke dilê herkesî xweş bike jî nayê nivîsîn. Min bi xwe heta nuha nivîseke wiha, nivîseke ku herkes memnûn kiribe nenivîsîye. Bi her nivîske xwe ra miheqeq min hin kes aciz kirine û kêfa hinekan jî aniye...
Jixwe li gorî hin dîtinan nivîskar û rexnegirê ku herkes jê hez bike, herkes jê ra li çipikan bixwe ne tu nivîskar e.

Nivîskar dibê bi qasî dostên wî, hezkiriyên wî hene, dijminên wî jî hebin, dibê kesên jê biteqin jî hebin.

Jixwe hin kes hene dibê wek nivîskar, wek şexs ji te hez nekin, dema ew ji te hez bikin ne elameta xêrê ye, maneya xwe ew e ku di te da, di nivîskariya te da kêmasiyek, zeîfiyek heye.

Hin kes dibê ji meriv hez nekin û pesnê meriv nedin. Ev, pîvaneke baş e.
Yanî nivîskar dibê ne wek ”Dayika Teresa”(Moder Teresa) be, dibê bi nivîsên xwe, bi dîtinên xwe hinan jî nerehet bike, biêşîne, biqeherîne, huzûra wan birevîne. Nivîsakr dibê carnan bibe gul û carnan jî bibe strî û gongil. Û carnan jî bibe derzî û şûjin.

Lê ji bo nivîskariyeke wiha jî helbet cesaret û wêrekî lazim e, dibê dilekî biwêribe rastiyê û baweriya xwe bibêje bi meriv ra hebe. Merivê tirsonek nikane bibe nivîskarekî, rexnegirekî baş.

Merivê tirsonek, bizok û nermok, merivê newêre ji çewtiyê ra bibêje çewtî, merivê ku elemî be tim ji hinekan ra bibe hefîd, paşmêrî û siya wan nikane bibe nivîskar û rexnegirekî baş.

Nivîskarî, rexnegirî ji bo kurdan karekî pir zor e, ne karê herkesî ye, bi qasî zanînê jê ra cesaret jî lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE