Tiştê îro ji me ra lazim e û dibê em tenê wê bidin pêş û wê
biparêzin îdeolojî û siyaseteke netewî ye, kurd û Kurdistan e. Îdeolojî û
siyaseteke çep jî bi qasî ya îslamî şaş e û ji bo me bi zirar e,malwêranî ye,
di nava guran da me bi tenê dihêle.
Em miletekî bindest û mezlûm in, tu îşekî me bi marksîsmê û
antî emperyalîstî û neyartiya Emerîka tuneye. Ev ne karê tevgereke netewî ye.
Ji bo me kurdan dijminatiya Rojava û Emerîka xerabiya herî
mezin e.
Li alîkî di rojname û telewîzyonên xwe da tu yê ji Emerîka ra xeberan bidî, ji Tirkiyê bêtir neyartiya Emerîka bikî, li herêmê xwe wek hêza herî antî Emerîkan nîşan bidî û dû ra jî alîkariyê ji Emerîka û Rojhilat bixwazî, ev nabe. Dibê em xwe ji van van dîtinên antî Emerîkan û çepên tirk xelas bikin.

Em bi vê rebenî û bindestiya xwe nikanin qûna dinyayê rast,
bikin, Emerîka û Rojhilat adil ji herêmê, ji Rojhilata Navîn derxin. Û derkevin
jî ne li kara me ye, barê me sivik nake, Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îran di rojekê
da ewê me daqultînin.
Li gorî rewşa me ya îro ne ew, em muhtacî Emerîka û Rojhilat
in. Bêyî piştgirî û mudaxeleya wan em nikanin zora van zaliman bibin.
Em îro wek kurd muhtacî piştgirî û alîkariyê ne, Emerîka
dike, Rojhilat dike, Rûsya dike, kî dike bira bike,dibê em ne li dijî kesî bin
û neyartiya kesî nekin.
Loma jî dibê em dev ji çepîtiya ku bêyî zirarê tu feydeyê
nade me berdin û siyaseteke netewî bidin pêş. Ev yek li hundur jî tifaqa me
rehettir û me xurttir dike.
XXX
Gelê Kobanê misilman e, çima ji herçar perçeyên dinyayê
misilman kom bûne û dixwazin misilmanên Kobanê bikujin û Kobanê îşxal bikin?
Gava dîndarên dînekî li ser navê wî dînî mafê jiyanê nedin
miletekî ji eynî dînî, serê wan jêkin û tecawizî namûsa wan bikin, dibê meriv
wek însan, wek misilman, wek dîndar li ser vê yekê bifikire?
Bibêje ji bo çi ?
Sûcê me çi ye?
Me wek kurd çi bi van misilman û dîndarên ereb, tirk, somalî, bosnî, arnawit û çeçen kiriye?
Çima bi hezeke mezin dixwazin serê me jêkin?
Dibê hemû alim, bawermend û dîndarên kurd vê pirsê ji xwe û ji birayên xwe yên dîndar bikin?

2014-10-11
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar