Nudem Ateşê, di malpera ANFê da li ser dijîyatiya Dogu Perînçekê rojê dikeve
boyaxaekê nivîseke balkêş nivîsî ye.
Perînçek, di 15ê îlona 1991ê da wek serokê
”Partiya Sosyalîst di kovara 2000e Dogru da ji bo çareseriya mesela kurd
pêşniyareke 15 madeyî weşandiye. Di wê pêşniyara Perînçek da ji resmîbûna
zimanê kurdî bigre heta bi Kurdistana serbixwe û veqetandina ji Tirkiyê, gelek
tiştên ku îro sedîsed li dije wek mafê kurdan dîtiye û parastiye.
Lê bêguman ev ne pêşniyareke samîmî, taktîkeke ji bo xapandina PKKê bû. Perînçek dixwest têkeve meclîsê.
Perinçek ji bo ku bi alîkariya Ocalan têkeve meclîsê û ew jî wek wan tirkên ku bi piştgiriya PKKê bûn parlamenter, bibe parlamenter di sala 1991ê, di kovara 2000e Dogru da Kurdistana serbixwe û veqetandina kurdan qebûl dikir.
Digot dema kurd bixwazin dikanin ji Tirkiyê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe îlan bikin. Bi Tirkiyê ra mayin ya jî veqetandin di destê kurdan da ye, di vî warî da xwediyê biryarê kurd in. Du dewlet, du meclîs, du qanûnên esasî, du al, marşên (sirûdên) netewî, du zimanên resmî û perwerdeya ji dibistana destpêkê heta zanîngahê camêr hemû dida kurdan, hemû qebûl dikir.
Yanî bi kurtî digot federeasyona ya jî dewleteke serbixwe mafê kurda ye û dibê miletê kurd bi referandûmekê biryara xwe bide.
Perînçekê nîjadperest û neyarê miletê kurd çima wê demê li hemberî kurdan hewqasî comerd hereket kiriye, Kurdistan û dewleta serbixwe daye kurdan?
Ez ji w era bibêjim.
Ji bo ku piştgiriya Ocalan û PKKê bigre û bi alîkariya wan ew û çend hevalên xwe têkevin meclîsî. Yanî ji bo ku karê xwe bi PKKê biqedîne, her tişt daye kurdan, hemû mafên wan yên netewî bêminaqeşe qebûl kiriye.
Û ji bo ku di nabêna PKKê Perînçek(Partiya Sosyalist)da tifaqeke hilbijartinan çê bibe wê demê di nabêna Ocalan û Perînçek da gelek çûyin û hatin jî çêbû û di warê tifaqekê da hin gav jî hatin avêtin. Lê dû ra ev tifaq çê nebû û Perîçek bi rayên kurdan neket meclîsê. Tifaq çima û ji bo çi çë nebû nizanim.
A lema Perînçek wê demê hewqasî comerd hereket dikir û Kurdistan dida kurdan.
Lê îro eynî Perînçek li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye, dibê kurdî ne zimanekî ku meriv zarokan pê perwerde bike.
Heta nuha gelek tirkî wek Perînçek dema karê wan ketiye PKKê xwe pir dostê PKKê û kurdan nîşan dane, peşnê Ocalan dane. Lê gava karê xwe qedandine ya wek Perînçek û Yalçin pir vekirî neyartiya kurdan kiriye, ya jî çûne li mala xwe rûniştine bi meaşê xwe ji xwe ra kêfa mîran ajotine, kurd û PKK ji bîr kirine.
Lê kurd hîn jï biaqil nabin…

XXX
Humanaîst Rojkan gotiye, ”Hemû misilman ne terorîst in, lê
belê li Rojhilata Naverast hemû terorîst misilman in.”
Weleh ne tenê misilman in, bûne wahş û cinawir jî. Kesê însanan wek pez şerjê bikin û bi seriyên jêkirî li ber kamereyan poz bidin û sûretên vê nemirovatiya xwe jî wek mêraniyekê li cîhanê belav bikin ji cinawiran jî xerabtir in, dibê kesên wiha nejîn, koka wan were qelandin.
Di eynî wextê da kesên wiha rûreşiya dînê xwe û qewmê xwe ne jî…

Min, xanimê û Rojen nuha çû rayên xwe da Kurdo
Baksî(Miljopartiet)namzetê Partiya Jîngehê ya Keskan Ev cara pêşî ye ji bo
xatirê kurdekî ez raya xwe didim Partiya Jîngehê ya Keskan. Esas ji zûda ye ez
raya xwe ne li gorî partiyê, li gorî namzetê kurd didim. Dema namzetê kurd
tunebûye ya jî yekî ne li gorî dilê min bûye min raya xwe daye partiya çep ya
jî sosyaldemokratan.
Lê îsal wa ye wiha bû. Bes dîsa jî me rayên xwe da bloka sor û çep. Em çi bikin cilo kete milo...:))

2014-09-14
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar