Ahsen Can, min kes reş nekiriye û bêhîvîtî belav nekiriye. Min êrîşa dewleta
tirk ya ser dibistanên kurdî rexne kiriye û gotiye heta em bindest bin, nebin
xwedî welat û dewlet halê me ewê tim ev be, dijminê tim bikanibe mohrê li
deriyên dibistanên me xe. Heger em naxwzin wiha bibe, dibê em jî bibin xwedî
welat û dewlet.
Û gava meriv got dewleta kurd xerab e, çavkaniya hemû xerabiyan e wê demê jî dibê meriv ji kirinên neyar yên wiha gazinan neke û nebêje çima hûn wiha dikin.
Ma hevalên te nabêjin dewlet xerab e, dayikan hemû xerabiyan e, loma jî em dewletê naxwazin.
Min jî gotiye ev dîtin ne rast e. Nuha di ku dera vê dîtina min da ”reşekirin” û ”belavkirina bêhîvîtiyê” heye?
Di vir da rexneya min li dewletê û li kesên ku dibêjin dewlet xerab e, em dewletê naxwazin.
Rexnekirina êrîşa dewleta tirk û kesên ku li dijî dewleteke kurd in çima ewê reşkirin û belavkirina bêhêvîtiye be?
Ez ne li dijî tu hêzê, tu partiyê me. Ez ne murîd û zilamê tu kesî û tu hêzê me. Qelema min azad e, ne di xizmeta kesî da ye. Bi hawakî medenî, bêtirs fikrê xwe dibêjim. Tiştê rast dibînim teqîdîr dikim, pesnê wê didim û tiştê şaş dibînim jî li gorî xwe rexne dikim.
Ev rexneyên min dikanin carnan şaş, carnan rast bin û heta carnan jî neheq bin. Ev tiştekî din e. Lê belê ev nayê wê maneyê ez dijminatiya hinekan û dostiya hinekan dikim.
Ez ne li dijî her tiştê, her fikrê, her xebata her kesî me. Tenê tiştê şaş dibînim ne pê ra me û hewce bibînim fikrê xwe dibêjim.
Ev jî mafê min e, ez kurd im û li ser qeder û pêşeroja welatê xwe, li ser xebata partiyên siyasî fikrê xwe dibêjim.
Min heta nuha PKK û Ocalan jî, Burkay û Hak Par jî, PDK û Mesûd Barzanî jî, YNK û Talaban jî û tevgera Goran jî rexne kiriye. Lê gava min rast dîtiya min piştgiriya xebata wan jî kiriye.
Min heta nuha bi dehan meqale li ser xebatên Kurdî-Derê û TZP Kurdî nivîsî ye û gelkî pesnê xebatên wan daye.
Bi serketina gerîla û pêşmerge ez tim kêfxweş bûme û bi zaîyata wan jî ez xemgîn bûme.
Di bloga min da bi sedan nivîsên bi vî rengî hene. Kî çiqasî bêûjdan û nankor be jî nikane vê şêla min belovacî nîşan bide ya jî înkar bike.
Ez viya ne ji bo ku têkevim çavê hinekan, li gorî baweriya xwe dikim, li ûjdanê xwe guhdarî dikim.
Mesle piştî îşxala Şengalê min PDK, hukûmeta Kurdistanê û reva pêşmerege rexne kir, min got dibê kesên berpirsiyar miheqeq werin cezakirin.
Min baweriya kurdên başûr bi Erdogan û Davutoglu û alîkarîxwestina wan ji Tirkiyê rexne kir.
Yanî qelema min wek ya hinekan ne kirêkirî û ne jî di xizmeta kesî da ye, ne ji bo parastina kesî ye. Rast, çewt, ez fikrê xwe dibêjim. Hin diecibînin û hinên wek te jî wek neyartiyê, wek ”reşekirinê” û ”belavkirina bêhêvîtiyê” dibîne..
Hertim hedefa min, neyarê min dijminê min bûye, dijminê welatê min îşxal kiriye. Min tim li dijî vî dijminî û hevalbendên wan û kesên ku dixwazin vî neyarî bi kurdan şîrîn bikin nivîsîye. Di vê micadelê da min bi qasî serê derziyê, bi qasî mûyekî jî tawîz nedaye.
Di nava tevgera PKKê da gelek kes hene dîroka kurdan û micadela miletê kurd ya li hemberî hêzên îşxalkar tenê ji xwe û bi PKkê didin destpêkirin.
Diyar e tu jî yekî ji wan î. Li gorî te jî gava meriv ne apocî be, di çalakiyên PKKê da cî negre, nebêje ”bijî serok”, meriv çi xebatê bike jî vala ye, sifir e.
Esas tu hertim wiha nakî, gelekê caran te pesnê rexneyên min yên bi vî rengî daye. Lê îcar tu eksê wê dikî. Belkî jî ji te ra îcar wiha lazim e.
Li gorî dîtina te û kesên wek te bêyî we, bêyî PKKê kesî ji bo kurd û Kurdistanê ne xebat kiriye û ne jî micadele daye. Hertiştî bi PKKê destpêkir û bi wê didome. Ji xwe te wiha gotiye.
Fena ku kesî berî PKKê ne partî çêkiribe û ne jî micadele dabe, kurd bi PKKê û bi Ocalan bi kurdîyatiya xwe hesiyane.
Partiyên din, hêzên din, kesên din ne tu tişt in, ji bo gel û welatê xwe tu tişt nekirine û nakin, herkes li mala xwe, li ber telewîzyonê rûniştiye û dendika çerez dike û Ahsen Can û hevalên wî tenê dixebitin…
Xebat min û kes û hêzên derî tevgera PKKê ji înkara te pir mezintir e. Dîrok û bi înkarê pûç nabe.
Ev înakr him ne rast e û him jî belovacîkirina dîrokê ye.
Berî PKKê jî kurdan ji bo azadiya xwe xebat kirine, partî çêkirine, bedelên mezin dane, hatine kuştin, ketine zinadanan û îro jî li gorî hêz û îmkanên xwe dikin.
Ji xwe Ocalan û gelek hevalên wî jî bi xêra vê xebata kurdan ya salan bi kurdayetiya xwe hesiyan û partî ava kirin.
Helbet hinekan li gorî hêza xwe bêtir bedel dane, fedekariyên pir mezin kirine. Ev rast e, lê ev nayê wê maneyê ku tenê tu û hevalên te ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin û kesên din jî tiştekî nakin.
Ahsen Can, ev 44 sal in ez ne li ber golika me, gavaniyê nakim. Li gorî zanîn, îmkan û hêza xwe min jî ji bo gelê xwe xebat kiriye û micadele daye û îro jî ji te û hevalên te kêmtir nakim.
Lê çavên te tenê xebata te û hevalê te dibîne. Çavên te ji xebata hevalên te ra çar in û ji ya xelkê ra jî girtî ne, heta kor xuya ye. Çimkî kêm be jî, biçûk be jî tu nabînî. Înkar exlaqekî xerab e.
Di vê xebata xwe ya salên dirêj da min bi sedan xortên kurd anîn nava refên tevgera kurd ya netewî. Gelekên wan di riya azadiya gelê xwe da şehîd ketin. Gelek şehîdên tevgera we bi xwe jî bi saya xebata min bi kurdayetiya xwe hesiyan û bûn têkoşerên azadiyê û canên xwe feda kirin.
Ev nêzî 50 salî ye ez wek neferekî di nava tevgera kurd ya netewî da micadelê didim. Bûme berpirsiyarê partiyan, komelayan, rêxistinên kulturî. Min kitêb nivîsîne, rojname û kovar derdixtine, bûme berpirsiyarê wan.
Min di kovar, rojnameyên cuda cuda da û di medya sosyal da heta nuha bi hezaran nivîs nivîsîne, bi sedan rûpel ji zimnaên din tercumeyî kurmancî kiriye. Yanî li gorî hêza xwe ji kultur û edebiyata gelê xwe ra xizmet kiriye.
Ev 34 sal in ez bi rengekî bênabên bi kurdî dinivîsim û ji bo ku kurdî bi pêş keve, di nava kurdan da belav bibe micadeleyeke bêwestan didim. Heta nuha min alîkariya bi sedan kesî kiriye, bi sedan kesên wek te fêrî kurdî kiriye, kurdî li ber dilê wan şîrîn kiriye.
Ez ji bo kurd û Kurdistanê ketime hefsan, mahkûm bûme û 30 slî jî li xerîbiyê surgûn mame.
Lê ji bo te ev ne xebat e, ne xizmet e, ne micadele ye. Li gorî te xebat û xizmet ancax û ancax di nava tevgera PKKê da mimkûn e.
Hemû murîd wiha difikirin, tenê pesnê şêxê xwe didin. Çimkî çavê wan tenê kerametê şêxê xwe dibîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar