Li welatekî wek Tirkiyê paşdamayî hertişt êretî ye. Dewlet êretî ye, demokrasî êretî ye, huqûq êretî ye, hemû dezgeh, mekteb û zanîngeh êretî ne.
Yanî ne temam in, wek yên xelkê ne cidî ne, tenê nav e. Bi gotineke din, navî giran e, lê warî wêran e.
Dema meriv li alim û profesorên tirk guhdarî dike, meriv ji xwe ra matmayî dimîne, meriv dibêje ev meriv çawa bûye profesor? Heger profesor ev be, gelo telebe ewê çawa bin, ewê ji vî profesorî çi fêr bibin?
Dema meriv profesorên xelkê û yên tirkan dide ber hev meriv dibîne ku sîstema Tirkiyê ya perwerdeyê çiqasî paşdamayî ye.
Li Tirkiyê profesorên huqûqê, mamosteyên zanîngehan girtina twîtterê, facebookê û youtubê rast dibînin, biryara hukûmetê ya girtina twîtterê diparêzin.
Bi rengekî pir cidî dibêjin rast, ne rast e twîtter mecbûr e her biryara mahkimeya tirk bicî bîne. Dibê wek herkesî hurmeta twîteterê jî ji birayara mahkimê ra hebe.
Profesorê ku yasaxkirina medya sosyal, platformeke wek twitterê azad rast bibîne hema tunebe çêtir e.
XXX
Dîsa xebreke reş, dîsa mirin…
Mixabin me îro li Stockholmê hevalekî xwe yê pir hêja, kurdperwerekî giranbuha û mirovekî gelkî paqij ÎSA AVCÎ wenda kir.
Bi wefata Îsa Avci(Xoce)ez pir û pir êşiyam. Herçiqasî me dizanîbû nexweşiya wî pir giran e, lê dîsa jî bi bihîstina vê xebera tahl ez pir xemgî bûm.
Îsa merivekî girêdayî doza kurd û Kurdistanê bû, merivekî fedakar bû, ne pûlperest û durû bû. Merivekî comerd, dobre û rastgo bû. Erê ew li Swêd bû, lê hiş û aqilê wî tim li ser welatê wî bû û doza gelë wî bû.
Lê nexweşiya malkambax bi wî ra bêbextî kir, ew zû ji nava me rakir û bir teslîmî axa sar kir.
Bira serê zarok, malbat, nas, dost û hevalên wî sax be. Bira gorra wî buhust be.
Hemû dost û hevalên wî, emê tim wî bi hurmet yad bikin…
Em çi bikin çare li mirinê nabe, taliya me hemûyan ew der e…
11-4-2014
XXX
Roja we bi xêr gelî dost û hevalan. Ez van rêzan dîsa ji ciyê kar dinivîsim…
Weleh interneta min çênebû, berpirsiyarê şîrketê ji min ra got, li gorî peymana te îmze kiriye dibê em di nabêna rojekê û pênc rojan da çê bikin.
Û swêdî jî pir girêdayî peymanan e, piştî ku heta 5 rojan heqê wan heye, ewê heta 5 rojan bipên. Yanî li gorî vî hesabî belkî roja şemî û yekşemiyê jî interneta min tunebe.
Bêyî internet mal xalî bûye. Lê wek min got, min dest bi xwendina kitêbekê kir. Çend sal berê min kitêbek çîrokan kiribû lê heta nuha nexwendibû. Ez do bi şev rastî wê hatim, min jê sê çîrok xwendin.
Heger çend rojên din jî wiha dom bike ezê hîn gelek tiştên din jî bibînim û bixwînim.
Qeta li wextê keve, dema wext tunebe mala meriv tije kitêb bin jî meriv nikane bixwîne, tenë dikane wek xemlekê lê temaşe bike.
Bi rastî jî vê facebookê û twîtterê malik li me şewitandiye, nahêle em ji xwe ra du rêzan bixwînin û hinekî xwe biaqiltir bikin.
Li Swêd ji ruyê twitterê û facebookê xwelk hevûdu berdidin. Em hîn negihîştine wê rewşê lê li dinyayê hertişt mimkûn e…
11/4-14
Do êvarî(9/4) li mala me ne telewîzyon hebû û ne jî înternet, atmosfer wek ya salên 1970î bû. Problemek di xetê da çê bûbû, em hemû cîran bê înternet û telewîzyona swêdî bûn.
Ji bo min telewîzyon tunebe ne problem e, înternet hebe têra min dike. Lê ji bo xanimê ne wiha ye, ew bê telewîzyon debar nake. Lê xwedê kir sêlika me heye, dikanîbû li kanalên kurdî temaşe bikira.
Ez hêvî dikim heta êvarî çêkin. Ev 13 sal in em li vir dimînin ev cara pêşî ye tiştekî wiha dibe.
Lê heger îşev jî înterneta me tunebe ezê rahêjim kitêbekê û wek berê ji xwe ra dest bi xwendinê bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar