15 december 2013

Kerê ji paşê nîşan xwest

Çîrokek Ezîz Nesîn heye. Dibêjin li welatekî kerek çû ber deriyê qesra paşê, ji dergevanan ra got, ji bo karekî ez dixwazim herim huzûra paşê.
Dergevan keniyan, gotin de wê da here kerê dîn. Tu ker î çi karê te li ba paşê heye…
Lê ker înat kir, got, dinya jî xera bibe ez ji vir naçim, dibê ez derkevim huzûr apaşê.
Dergevan herçiqas pê da ketin, xwestin wî ji wir bajon, lê ker neçû.
Dawiya dawî dergevan mecbûr man, çûn ji paşê ra gotin, hal mesele ev e, kerek hatiye ber derî, dixwaza were huzûra te.
Paşê got baş e, berdin bira were.
Ker derket huzûra paşê. Paşê jê ra got:
-Hela ka bibêje tu ji min çi dixwazî kerê kêmaqil?
Ker got:
-Weleh ez hatime ji bo ku tu nîşanekê bidî min.
Gava paşê ev daxwaza ker bihîst, gurrînî bi paşê ket, got:
-Tu bi vê kerîtiya xwe çawa dikanî daxwzeke wiha ji min bikî? Carê tu ji tiştekî ra nabî. Mange bi goştê xwe, bi şîrê xwe, bi çermê xwe, bi rêxa xwe ji vî welatî û vî miletî ra xizmeteke mezin dike.
Qantir di herbê da barên herî giran dikşîne û ew jî ji vî welatî ra xizmetên mezin dike.
Ne xêra hespê be em nikanin herin şer.
Ne xêra deve be em nikanin baziganiyê bikin.
Ne xêra pez be milet ewê bê şîr û bê mast bimîne.
Kerê dîn, ma tu ji çi ra dibî, te çi kiriye ku ezê rabim nîşanekê bidim te? Hela ka ji min ra bibêje ?

Ker, bi dengekî pir cidî got:
-Ya paşayê min, tu şaş î, esas xizmeta herî mezin heta nuha me keran ji te ra kiriye. Heger bi hezaran qûlên te wek min ker tunebûna, ma tu qet dikanîbû li ser textê xwe rûnişta? Tu bi xêra pirbûna kerên wek min li ser hukim î. Loma jî rabe û rûne ji qûlên xwe yên ker ra dua bike. Bi xêra hebûna kerên wek min tu vê saltanata xwe didomînî. Loma jî min nîşan heq kiriye, ka nîşana min bide...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE