Serokê HAK-PAR-ê Kemal Burkay, bi beyaneke nivîskî diyar kiriye ku ewê beşdarî konferansa ku ewê di 15-16- ê hezîranê da li Diyarbekrê çê bibe nebin.
Burkay, hin qal û qîl û bahaneyên vala wek sebebê beşdarnebûna HAK-PAR-ê nîşan daye, lê tiştên hatine gotin yek jî ne sebebekî cidî ye.
Efendim wan(HAK-PAR-ê) xebera çêbûna Konferansa Diyarbekrê di meha nîsanê da bihîstiye, lê dawetiye bi rengekî resmî di 12-ê gulanê da ji teref KCD(TDK) û BDP-ê ji wan ra hatiye.
Yanî berî wan haya hin kesan ji çêbûna konferansê hebûye, wam dereng bihîstiye.
Efendim belkî dixwazin bi vê riyê piştgiriya kurdên din jî
ji bo hevdîtinên Ocalan û MIT-ê bigrin. Lê ji bo wan ne zelal e lihevhatin li ser çi
çêbûye.
Û gelek mahneyön wiha.
Piştî vexwendinê, wan jî bi nameyekê pêşniyarên xwe ji BDP-ê ra şandine, gotine ew dikanin beşdarî konferansê bibin, lê ”bi şertên ku ne ewqas bi lez û bez be. Her usa jî divê beri hertiştî partiyên siyasî di nav xwe da bicivin, armanc û rojeva konferansê, waxta wê, her usa jî kîjan rêxistinên sîwîl tevlêbin, di nav xwe da zelal bikin.”Û gelek mahneyön wiha.
Û dû ra jî di nameya xwe da gotine, ji bo 15-16-ê hezîranê wext pir hindik maye, loma jî baştir e ku ew konferansê bihêlin payizê.
Piştî nameya HAK-PAR-ê bi çend rojan BDP-ê bi navê Gulten Kişanak û Selahattin Demirtaş bersîva nameya wan daye, lê di bersîvê da xwedêgiravî qet behsa pêşniyarên wan nekirine, tenê wek agahdarî ”gotine, ”ewê wek BDP di konferansa hanê da cî bigrin.”
Bersîveke wiha carê qet ne mimkûn e, dibê hin tiştên din jî gotibin.
Li vir tiştê xerîb, Burkay, nameya ku wan ji BDP-ê ra şandiye weşandiye, lê ji bersîva BDP-ê yek rêz tenê daye, gotiye di bersîva xwe da ”qet behsa pêşniyrên wan nekirine.”
Birêz Buraky wiha dibêje, lê nameya wan jî wek ya xwe naweşîne. Nameya wan jî biweşînin û bira xelk bibîne hela ka çi bersîv dane we.
Netîce, di beyanê da tê gotin ku BDP-ê guh nedaye pêşnîyarên wan, kesên ku ewê beşdarî konferansê bibin ji wan nehatiye pirsîn û hin behaneyên din.
Lê bi baweriya min mesele ne zûbûna tarîxa konferansê ye û ne jî hin kêmasiyên teknîkî û amadekariyê ne. Vana dikanin rast bin, lê ne sebebên esasî ne. Sebebê esasî îdeolojîk û sifyasî ye. Kemal Burkay, partî û grûbên kurd yên derî BDP û PKK-ê cidî nabîne û tenezul nake bi wan ra rûne û wexta xwe bide wan.
Û bi BDP-ê, PKK-ê û TDK-ê ra jî naxwaze rûne û têkeve nava xebateke wiha. Burkay, xebat û hevkariyeke bi BDP û TDK-ê ra rast nabîne û li dij e. Sebebê rastî ev e, ne zûbûna wextê û hin kêmasiyên din in. Vana hemû hincetên ne rast in.
Burkay, ne xwediyê perspektîf û hedefeke fireh û netewî ye, dinya wî ew û partiya wî ye. ew ne li dû hevkarî û cepheyeke netewî ye, tiştekî wiha di rojeva wî da tuneye.
Burkay tu carî bi germî û bi heyacan li hevkarî û yekîtiya kurdan nenêriye û ji bo vê yekê gava pêşî wî navîtiye, tim li ser israra hêzên din hin caran bi zor û ew jî bêdil ketiye nava hin xebatên hevkariyê.
Şêl, fikir û îdeolojiya Burkay îro jî ev e, ew îro jî bêyî PKK-ê û BDP-ê hemû grûp û partiyên din biçûk dibîne û naxwaze wexta xwe bide wan. Li gorî wî, minaqeşeyên bi van partî û grûban ra vala ye û wendakirina wextê ye.
Û bi BDP-ê û TDK-ê ra jî naxwaze têkeve nava xebateke siyasî. Loma jî ji bo ku beşdarî konferansa Diyarbekrê nebin van qal û qîlên bêbingeh dike mahne.
Di rojeva Burkay da avakirina platform ya jî cepheyeke fireh ya netewî tuneye, ew ji halê xwe razî ye. Siyaseta Burkay ji siysetke kurdistanî bêtir, siyaseteke tirkîyeyî ye. Burkay tu carî serê xwe bi yekîtiya kurdan ra neêşandiye û ev yek ji bo xwe nekiriye armanc û îro jî nake.
Ji ber ku armanceke Burkay ya yekîtiya kurdan tuneye, loma
jî ji dêlî ku ew wek rîsipieyekî kurd pêşengiya konferansên wiha bike, ew
însîyatîfên wiha bigre, ji bo beşdarnebûnê hincetên ne rast dibîne û di demeke
wiha dîrokî da ji minaqeşeya yekîtiya kurdan dirive.
Burkay, hevpeyvînên bi telewîzyon û rojnameyên tirk ra ji hevkariya bi hêzên kurdra muhîmtir dibîne. Û loma jî naxwaze di 15-16-ê hezîranê da beşdarî konferansa Diyarbekrê bibe. Ji ber ku di konferansê da dikane di warê hevkarî û yekîtiya kurdan da hin biryarên muhîm werin girtin, hin gav werin avêtin.
Burkay ji bo tiştekî wiha, ji bo hevkariyeke wiha ne amadeye, rast nabîne û loma jî beşdarî konferansê nabe.
Heger îro serokê HAK-PAR-ê ne Kemal Burkay, Bayram Bozyel bûya, HAK-PAR ewê beşdarî vê konferansê bibûya…
Heta ku Burkay serokê HAK-PAR-ê be ev siyaseta ne millî û ne Kurdistanî ewê siyaseta HAK-PARê be. Di rojên pêşda jî HAK-PAR ewê tim bi hin mahneyan ji xebatên wiha bireve…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar