Min nuha bîstekê li axaftina cîgirê serokwezîr Husên Çelîk
guhdarî kir. Di axaftina xwe da belkî bi dehan car got, ”wek birêz serokwezîr
jî got, birêz serokwezîr jî berê ev yek destnîşan kir, birêz serokwezîr jî ji
xwe ev yek anî zimên, birêz serokwezîr jî ji roja pêşîda ye viya dibêje…”
Welhasil piştî her çend gotinan miheqeq navê ”birêz serokwezîr” dinitirand, miheqeq bi gotin û beyaneke ”birêz serokwezîr” peyva xwe saxlem dikir û dida tesdîq kirin.
Wek dîndarê ku gav û saetê bi hedîseke Hz. Muhemed gotinên xwe bide tesdîqkirin.
Ne Husên Çelîk tenê, hemû wezîr û parlamenterên AKP-ê dema dipeyivin miheqeq gotinên xwe bi peyv û beyaneke ”birêz serokwezîr Erdogan” didin tesdîq kirin û xurt dikin.
Di salên 80-90-î da ji bo ku axaftinên me bêtir bi tesîr be û jê were bawerkirin me jî bi peyvên Marx û Lenîn axaftinên xwe wiha xurt dikir û cidîyetek didayê.
Însan gava ji firkrên xwe tam ne bawer be û ne xwediyê şexsiyeteke azad be xwe muhtacê alîkariya peyvên hinekên din dibîne. Dibê ji xwe ra piştê çêke…

XXX
Entegrasyon û asîmîlasyon tesîra xwe ya li ser kurdan di dema
derketina bûyerên siyasî û civakî da zêdetir nîşan dide. Kurdên ku entegreyî
civata tirk bûne û ji asîmîlasyona kulturî nesîbê xwe girtine bêtir xwe tevî
gelşên civata tirk dikin. Belkî ev jî tesîreke xwezayî ye, însan ji civata têda
dijî, ji derûdora xwe muteesîr dibe…
Rahmetiyê Marx, belasebeb negotiye, “tiştê şikil dide fikrê însên, şert û şurûtên madî yê derûdora însên e.”

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li hemberî
nameya Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser bûyerên Taksîmê xwe gelkî aciz kiriye û
gotiye, ”Demaokrasiya Tirkiye bi qasî demokrasiya fransiz, îngilîz û alman
kamil e û xwediyê wasîteyên çareserkirina gelşên nava xwe ye…”
Berde binê te erd e!
Yekî nizanibe piştî hewqas fort ewê bibêje qey camêr rast dibêje. Demokrasiya we hîn ne di mestewa muswedeya demokrasiya fransiz, îngilîz û alman da ye. Bi îdîayeke wiha hûn xwe dikin pêkenînên xelkê. Siyasetmedarên ewrûpî ewê bi van fortên te û zirtên Erdogan bikenin.. .
Kurro di demokrasiya we da hîn elîfbeya kurdî yasax e, hîn kurd nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin, hîn nikanin bi zimanê xwe bizwînin, tu çawa dikanî ”demokrasiya tirk”, bi ya fransiz, îngilîz û alman ra miqayese bikî?
Ev îş bi fortan û zirtan nabe…

Serokwezîr Erdogan dibêje li Tirkiyê demokrsî heye, her kes
dikane fikrê xwe bibêje, lê belê biryara dawî ez didim.
Û camêr wisa bawer dike ku bi rastî jî demokrasî ev e. Kesê mûz nexwaribe mûzê nas nake, nizane tahma mûzê çawa ye…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar