15 maj 2013

Kabê min îro mîr hat



Cara ji min ra wiha li hev nayê, lê îro li hev hat, kabê min her mîr hat.
Di taliya umrê xwe da ez bûm xwediyê telefoneke iPhone 5. Heta nuha belkî tiliya min jî bi ekrana wê nebûbû, lê îro li ciyê kar telefona min ya kevn, ya bi bişkok ji min stendin û yeka iPhone 5 dan min û gotin, dibê êdî tu jî xwe hinekî biguherînî...
Lê wek şufurê derbasî ser dîreksiyona Mercedeseke nuh bibe û nizanibe bişixulîne, nizanibe ji cî rake. Li min jî wiha hatiye, ez newêrim tiliya xwe bidim ser tu derê, tiliya xwe bi ku dikim, peceyeke nuh vedibe û paceyeke din û yeka din…
Hela ez binêrim ewê çawa be…
Piştî kar ez çûm semînera Temûrê Xelîl ya li ser Kurdistana Sor. Civîneke pir baş û înformatîv bû. Li wir jî kurd di nabêna azeriyan û ermeniyan da pelixîne.
Hevalekî kitêba Fûad Onen ”Ray Raman û Bîranîn” cilda duduyan bi xwe ra anîbû civînê, min yek jê kirî. Berê min li hevalekî temî kiribû, lê li Amedê bi dest nexistibû.
Ezê bi zewq û bi meraq bixwînim. Belkî di kitêbê da qala hin bûyer û serpêhatiyên ez jî di nav da me hatibe kirin. Ewê balkêş be…
Yanî îro kabê min tim mîr hat…

XXX
Îro(14/5-13) saet di şeşa(18.00)da li Kitêbxaneya Kurdî semînera Temûrê Xelîl heye. Semîner li ser Kurdistana Sor û dîroka wê yê; kînga ava bû û kînga ji ortê rabû.
Kurdistana Sor, di sala 1923-a da ava bû û di sala 1931-ê da jî Azeriyan ji ortê rakirin, gotin kurd nemane.
Ezê herim bîstekê guh bidim birayê Temûr û çîrok û dîroka Kurdistana Sor hinekî fêr bibim. Piraniya kurdan di heqê Kurdên Sovyetê û Kurdistana Sor da qet tiştekî nizanin. Esas zanîna me ya dîrokê pir kêm, em kurd dîroka xwe qet nizanin. Tiştên li piyasê hene jî bi piranî ji alî biyaniyan ve hatine nivîsîn û ew jî ne rast û ne temam e.
Axirê di van salên dawiyê da hêdî hêdî kurd dîroka xwe dinivîsin. Di warê zanîna dîrokê da kurdên başûr û rojhilat ji me gelkî pêşdatir in. Ew ji me pir baştir bi dîroka xwe û ya neyarên xwe dizanin.
Yên herî nezan kurdên bakur in. Ji ber ku em ji dîroka xwe bêtir fêrî dîroka Sovyetê, Çînê û Arnawitê dibûn. Dema aqil kêm be barî giran e…
Dibê di hemû kanalên telewîzyonên kurdî da kurd giraniyê bidin dîrokê, programên li ser dîrokê hebin, programên sivik yên ji bo gel...


XXX
Çend gotinên dilşewat ji dilê diya min yê xemgîn û mişt derd û kovan. Ev hunerê diya min heye, lê wek min, pir dilzîz e, dema dibêje digrî û loma jî nikane temam bike…

Ezê silav û kilaman tev kim
di nav dismala sor û zer kim
ezê di welatê Îsweçê werkim
Xwediyê silavan kî ne bira werin
silavên xwe berivkin
Diya Zinarê Xamo

XXX
Ne li vir im, ne li wir im
perçak ewrê ser bahrê mi
ne ordeg im herim golê
ne xezal im herêm çêrê
ne qayix û gemî mi
herim bahrê
ez li benda lawikê xwe yê
li xerîbiyê mi
Diya Zinarê Xamo

XXX
Melî diyarê qerêç
bû himîna lokê hêc
te goştê min heland
hestiyê min bû kirêc
Diya Zinarê Xamo

XXX
Kurdino, heger hûn kurd in û naxwazin bihelin û bibin tirk, bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi dikandar, berber, qahwecî , firnecî û garsonê aşxaneya hûn lê xwarinê dixwin ra yanî li sûk û bazarê bi kurdî bipeyivin. Bi kesên kurdîzan ra tu carî bi tirkî nepeyivin. Hebûn û tunebûna kurdî girêdayî xîreta hemû kurda ye, û bi taybetî jî girêdayî axaftina bi zarokan ra ye…
Roja zimanê kurdî pîroz be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE