Adnan Firat, ji bo kurdên ku rismê wahşeta Hamasê
belav kirine gotiye, ”Muhîbên Îsraîl” !
Hin merivên Hamasê, rojnamevanekî filistînî bi îthama
ajantiya Îsraîlê kuştine û bi dawiya motorpsikîletê ve girêdane û li taxên
Xezayê digerînin, nîşanî milet didin.
Adnan Firat, weleh esas ”muhîbê” wahşetê û barbariyê tu yî...
Heger piçeik ûjdan bi te ra hebûya, te yê xelk, ji ber belavkirina vî rismê
wahşetê bi ”muhîbiya Îsraîlê” îtham nekira.
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd li hemberî êrîşên Îsraîl tu carî bêdeng nemane. Tu bêbextiyê û demagojiyê dikî. Her siyasetmedar û ronakbîrê kurd, ji kurdayetiyê bêtir ”profilistîn e… ”
Kurdan heta nuha ji bo filistîniyan li hemberî Îsraîl bi sedan şehîd dane û bi vê yekê jî kêmaqilî kirine. Le filistîniyan ji bo kurdan çi kiriye?
Ji kerema xwe ra çalakiyek, meşek, gotinek û beyaneke filistîniyan ji bo azadî û serxwebûna kurdan nîşan bide. Yek beyaneke berpirsiyarekî filistînî(hema ji kîjan rêxistinê dibe bira bibe) li dijî Tirkiyê, li dijî Îranê, li dijî neyarên kurdan nîşan bide.
Di nabêna Tirkiyê, Îranê û Îsraîl da tu ferq tuneye, hersê dewlet jî îşxalkar in û zulmê li kurdan û filistîniyan dikin. Lê filistînî bi serbilindî bi Tirkiyê û bi Îranê ra didin û distînin û alîkariyên pir mezin ji wan digrin.
Lê eynî tiştî çima kurdê nikanibn bikin?
Hezkirin û hevkariya filistîniyan bi dijminên me ra normal e, tu û kesên wek te tiştekî nabêje.
Lê çima kurd jî ewê nikanibin ji dijminên filistîniyan alîkariyê bigrin û bi wan ra hevkariyê bikin?
Çima ya filistîniyan adet e, çima ya kurdan qebhet e?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar