Heger nivîskarê wê ne Sultan Selîm be jî axirê şairekî tirk e, yanî ev hestên neyarane ji alî tirkekî ve hatiye zimên.
Gelek tirk, hîn jî bi roj û şev ji Xwedê dua dikin ku kurd tu carî azad nebin û li tu derê nebin wedî dewlet û desthilat. Ji van kesan yek jî serokwezîr Erdogan e.
Erdogan hîn do dîsa got ku ”li Tirkiyê mesele kurd tuneye, ez êdî meseleyeke bi
navê mesel akurd qebûl nakim.”
Û ev jî tê wê maneyê ku Erdogan ne hebûna kurdan qebûl dike
û ne jî difikire ku mafê wan yê netewî bide.
Li gorî Erdogan, perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo zarokên kurdan ne heqekî
xwezayî ye, dibê zarokên kurdan bi tirkî bixwînin û bibin tirk.
Tirkî
Kürde fırsat verme ya Rab, dehre sultan olmasın
Ayağını çarık sıksın, asla iflah olmasın
Vur sopayı al ekmeği, karnı bile doymasın
Ol çeşmeden gavur içsin, rum içsin, Kürde nasip olmasın.''
///Yavuz Sultan Selim
Kurdî
”Fersendê nede kurd ya Reb, bira ji welêt ra sultan nebe
bira çaroxa nigê wî teng be, tu carî îflah nebe.
lêxe bi ço, bigre nanê wî ji dest, bira zikê wî têr nebe.
ji vê kaniyê bira gawir avê vexwe, rum vexwe, ji kurd ra nesîb nebe…
///Yavuz Sultan Selim
Tespîteke pir rast e, civatên rojhilat, heyranê dîktatoran in, dîktatoran didin ser serê xwe, ji daxwaza azadiyê bêtir hêvî dikin ku dîktator li hemberî wan hinekî adil bin…
Loma jî li Tirkiyê her kes ji Erdogan hinek merhamet û edaletê dixwaze.
Ji bertîlxwarina mamûrê nufûsê bigre, heta bi çareserkirina mesela kurd, her tiştî ji şexsê Erdogan dixwazin, dixwazin Erdogan li hemberî wan jî hinekî bi ”edalet” hereket bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar