29 augusti 2012

Dibê xort li Wêranşarê tiştekî bikin !

Di nivîsa xwe ya do da min bi kinî qala şerê eşîran û faîza li Wêranşarê kiribû.
Şerê di nabêna eşîran da û faîz di dema min da jî(berî salên 1980-î) li Wêranşarê hebûn, lê ne bi vî rengî bû.
Tiştê min îcar dît û bihîst pir û pir xerab bû, ev herdu bela(şerê eşîrtî û faîz)û nexweşî jî pir bi pêş ketine û bûne wek qansereke civakî.
Wêranşar dibê miheqeq ji van herdu bela û nexweşiyên pîs xelas bibe.
Ji axa, rîsipî û serokeşîran tişt sadir nabe, dibê siyasetmedar, lê bi taybetî jî xort, xortên xwenda dest bavêjin vê meselê û li Wêranşarê faîzê yasax bikin û dû ra jî hêdî hêdî dest bavêjin şerê eşîrtiyê.
Di dema me da xort pêşeng û dînamîzma civatê bûn, li hemberî her babet neheqiyê, nelirêtiyê û bêexlaqiyê derdiketin, xort moral û ûjdanê civatê bûn.
Min nuha ev ruhê şoreşgerî, ruhê serîhildêr bi xortan ra nedît. Xort jî weke bav û kalên xwe, wek mezinên xwe ketine keftelefta pereqezenckirinê û dewlemendbûnê.
Di dema me da derd û armanca xortan ne pereqezenkirin û dewlemendbûn bû. Derdê xoratn heq, huqûq, edalet, wekhevî, azadkirina welêt û bicîkirina moralekî tekûz û civateke paqij bû.
Min ev îdîal û angajaman li ba xortên nuha nedît, aqil û fikrê her kesî li pey pera û meqamekî bilind e. Vê yekê ez gelkî xemgîn kirim.
Ez li wir bûm yekî cemaldînî jineke kûrî (ji eşîra Kûra) revandibû. Li bajêr hemû cemaldînan bi rojan dikanên xwe girtin û bajar terikandin. Ev ne bes bû merivên jinikê çûn riya merivekî lawikê jin revandibû birîn û mêrikê hamî tam gulebaran kirin. Digotin yê jin revandibû û yê birîndar tew ne li hev bûn, yanî bi hev ra nedipeyivîn jî.
Heta dikanîbûn yek bikuştina ku tew yê sûcdar nas nekira jî. Ji ber ku li gorî vê kulturê mensûbiyeta wî ya ”berî û eşîrî” têra kuştina wî dike.
Ev ne tu hawe ye, dibê meriv li dijî vê kulturê, vê tradisyonê derkeve.
Bûyereke din jî dîsa şerê Kûra û Şekiran bû. Yekî şekirî, yekî kûrî kuştibû. Li gorî dihat gotin 70 malên şekiran ya bajar terikandibûn û ya jî ketibûn malên xwe û newêrîbûn derkevin der.
Heta pîrekên şekiran jî newêrîbûn derkevin û serbest bigerin...
Bi qasî ku min bihîst, li çend ciyan êrîş birûbûn ser pîrekên şekiran û çend malên wan jî talan kiribûn.
Li gorî digotin xwediyên malan jî ne li mal bûne, li bajarên din li xebatê bûne.
Di urf û adetên kurdayetiyê û eşîrtiya da tiştekî wiha tuneye, ev kultureke lûmpenan û çeteyan e. Di dijminatiya eşîrtiyê da jî rajonek, exlaq û mêraniyeke bi bext heye.
Diyar e dûzana Erdogan û îktîdara AKP-ê ev exlaqê kurdan yê eşîrî jî xera kiriye. Ji bo bidestxistina çen quriş pere êdî her tişt serbest û mubah bûye.
Ev, fenomen û pêşketineke pir xerab e, dibê xortên kurd, siyasetmedarên bîrewer, ronakbîrên kurdan miheqeq li hemberî vê dejenerasyona civakî û kulturî serî hildin û dest bi hin hewildanan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE