Di nivîsên xwe yên do û pêr da min qala Wêranşarê kir. Tiştên ku meriv li ser Wêranşarê qal bikin pir in, lê ez naxwzim zêde dirêj bikim. Îro ez dixwazim bi bûyerekê mijara Wêranşarê biqedînim.
Roja ezê birêketama ez çûm marketa/dikana Îsmarê, ji bo ku ji malê ra hin çerez bikirim.
Îsmar, zincîrmarketeke mala Mehmet Akyurekê lawê Taco ye…
Mehmet Akyurek û malbata wî bi eslê xwe ji erebên mêrdînê ne lê ji zûda ye li Wêranşarê ne. Yanî mala Akyurekan malbateke wêranşarî ye.
Mehmet Akyurek, di vê hilbijartina dawî da ji AKP-ê bû parlamenterê Ruhayê. Wêranşariyan di hilbijartinan da pir alîkariya wî kirin.
Di hundurê dikanê da tiştê ez lê digeriyam min nedît, min ji karkirekî bi kurdî alîkarî xwest. Xortê karkir bi tirkî got, ez bi kurdî nizanim. Min got, ma tu ne wêranşarê yî? Got na, ez ji Ruhayê me.
Li ser vê, min got, ma tu ereb î?
Got erê, ez erebê Ruhayê me.
Meraqa min zêde bû, min got ma hemû karkirên we jî ereb in?
Got, erê, hemû karkirên me ereb in û gelekên me ji Ruhayê ne.
Di hundur dikanê da ez çûm kîjan beşî, ez bi kîjan karkirî ra peyivîm, min bala xwe dayê bi rastî jî hemû ereb bûn, ya digotin em bi kurdî nizanin ya jî em pir hindik zanin.
Kesa li ber kasê jî ereba Ruhayê bû û got ez bi kurdî nizanim. Piştî ku me perê xwe da û em derdiketin xortekî ez nas kirim û hat silav da min û bi min ra bi kurdî peyivî, got ez kurd im. Di wê dikana mezin da axirê kurdek derket. Min ne pirsî ew çi karî dike. Yanî di nava bi dehan karkir da yek kurd bû.
Li bajarekî wek Wêranşarê ku piraniyeke mezin kurd in û gelekên wan bi tirkî jî nizanin, karkirên marketeke li vî bajarî ne ji wir in û di ser da jî bi kurdî nizanin.
Tiştê min fêm kir, mêrik wek erebekî pêşengî daye ereban û gava li Wêranşarê ereb nedîtibe çûye ji Ruhayê karkirên ereb aniye Wêranşarê.
Mehmet Akyurek û birayên wî ji wêranşarî û kurdan ra çi dibêjin bira bibêjin, lê nasnameya karkirên Îsmara Wêranşarê nîşan dide ku ew meteweperestekî erb e û ji kurdan hez nake. Heger ji kurdan hez bikira ewê neçûya ji Ruhayê tenê karkirên ereb neaniya, ewê çend kurd jî bianiya.
Bi îhtîmaleke mezin li Îsmarên Ruhyê û bajarên din jî rewş eynî ye, li wan deran jî kurd nayên tercîhkirin.
Esas dibê meriv di hemû Îsmaran da li nasnameya karkiran binêre, hela çend kurd û çend erb û tirk in?
Tiştê min li Wêranşarê dît li hemberî kurdan dîskrîmînasyoneke berbiçav bû, lê haya wêranşariyan û kurdan ji vê nîjadperestiya Mehmet Akyurek tuneye.
Çi heyf ku erebên Kurdistanê ji kurdan bêtir xwe nêzî dewletê û partiyên tirkan dikin. Bêguman ev şêla erebên Kurdistanê li zirara kurd ye, dibê kurd miheqeq erebên Kurdistanê jî bikşînin nava tevgera kurd ya netewî. Ji ber ku Kurdistan ne welatê kurdan tenê ye, welatê ereban û hindikayiyên din e jî. Loma jî dibê ew jî bi qasî kudan li hemberî îşxala dewleta tirk derkevin û doza azadiya gelên Kurdistanê bikin, di nava vê tevgerê da ciyê xwe bigrin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar