Ji bo ku yekî tirk bikanibe neheqî, zulm û zora li kurdan dibe baş fêm bike, dibê weke Gunter Grass tebdîlî qiyafet bike û salekê li Tirkiyê weke kurdekî bijî…
Meriv ne kurd be, meriv nakine dereceya nîjadperestiya ku di civata tirk da li hemberî kurdan heye texmîn bike.
Kî hema hinekî xwe nêzî kurdan bike û li dijî zulam li wan dibe derkeve malik lê diweşte, hukûmet, medya û civat tavilê wî/wê digre lîsteya reş û êdî hew rehetiyê didinê.
Îro di kanala telewîzyoneke tirk da min li Sirri Sureyya Onder guhdarî kir. Beşdarên programê(yek jê Ahmet Kekeç bû)bi telefonê bi Onder ra dipeyivîn. Onder feqîro ji ber dilreşî, bêûjdanî û nîjadperestiya wan ya li hemberî kurdan matmayî ma.
Gava Kekeç got, di nabê Muge Anli ya faşîst û serokê belediya Wanê Bekir Kaya da ferq tuneye, herdu jî milet bera hev didin, Sirri Onder dîn bû û got, yaho hewqasî jî neheqî, bêûjdanî û zalimî nabe û xatir xwest û telefona xwe girt.
Do Prof. Buşraro Eraslan, îro jî Zarakolu ji doza ”KCK-ê” girtin.
Yanî hukûmeta AKP-ê dema Îsmaîl Beşîkçî ji nuh ve paş da aniye.
Dewleta tirk heta nuha jiyan ne tenê li kurdan, li hemû dost û xêrxwazê wan jî kiriye zindan.
Hukûmeta AKP-ê jî bi van operasyonên xwe yên bi navê “ Doza KCK-ê” vê siyaseta dewletê ya resmî tatbîq dike, ew jî rehetiyê nade dostên kurdan, kesê ku dibêjin li kurdan zulmê nekin.
Kî li dijî zulma li kurdan dibe derkeve êdî ciyê wan jî zindan e.
XXX
Du sal berê kurd hîn nêzîkî tirkan bûn, dixwestin bi tirkan ra bijîn û ji Tirkiyê veneqetin.
Lê ji ber êrîş û siyaseta hukûmeta AKP-ê ya nîjadperest ya van demên dawî û şêla milet û medyayê ya piştî erdheja Wanê, kurd di warê rûhî da ji tirkan û Tirkiyê qut kirin.
Li gorî 4-5 meh berê fikir û daxwaza veqetandina ji Tirkiyê di mejî û dilê kurdan da xurttir bû.
Ji bo jiyaneke bi hev ra ya kurd û ...tirkan, hukûmetê û medyayê hemû bingehên îdeolojîk û girêdanên rûhî ya di nabêna kurd û tirkan da ji bin da xera kirin.
Kurdan êdî baş fêm kirin ku tirk(dewlet, medya û piraniya milet) bi çavê neyarekî ku dibê ji ortê werin rakirin li wan dinêrin.
Ji bo ku kurd jî li vê cîhanê bikanibin weke însanan bijîn, dibê bibin xwedî desthilat, xwedî dewlet.
Ev fikir li gorî çend meh berê di dilê kurdan xurttir bû….
XXX
Kurd hene lê dibê mafê wan tunebe.
Erdogan tim bi demagojeyeke mezin dibêje, berê hebûna kurdan înkar dikirin, digotin ”kurd tunene”, em hebûna kurdan înakr nakin. Û ne ev tenê, me zimanê kurdî serbest kiriye, me TRT6 vekiriye.
Lê ev îdîayeke ne rast e, tenê demagojiye. Stratejiyeke nuh diceribînin, taktîk û hin unsurên nuh li şerê li hemberî kurdan zêde kirine.
Rast e berê hebûna kurdan qebûl nedikirin, digotin ”kurd tunene.” Hukûmeta AKP-ê stratejî û taktîk guherand, ji dêlî ”kurt tunene”, dibêje, erê kurd hene, lê nabe ku mfê wan hebe.
Yanî bira “kurd hebin”, lê mafê wan tunebe…
Ferqa berê û nuha, ferqa AKP-ê û hukûmetên din tenê ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar