Seîdê Kurdî ku hetanî dawiya jiyana xwe li dijî kemalîzmê û nîjadperestiya tirk derket û ji bo wê yekê jî hêzên kemalîst û nîjadperst zulm û neheqiyeke mezin lê kirin û ew bi salan bi darê zorê li sirgûnê hîştin, nehîştin here li welatê xwe bijî.
Mîratxurên eynî îdeolojiyê yên îslamî îro radibin bêedebiyeke wiha li alimekî kurd dikin û wî weke nîjadperestekî tirk nîşan didin.
Tiştê hatiye kirin, ne tenê bêhurmetî, bêexlaqî û heqareteke li şexsiyeta Seîdê Kurdî ye, her wisa heqareteke li tevayiya miletê kurd e jî…
Lê yên bi kirin û heqaretên wiha biçûk dikevin bêguman ne Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û kurd in, nîjadperestên xwediyê vê bêxlaqiyê ne.
Bi vê bêhurmetî û heqarata wan ya li hemberî Seîdê Kurdî, kurdan û dîndarên kurd hinekî din jî ew nas kirin û durûtiya wan dîtin.
Her kirin û heqareteke wiha ya li mezin, alim û miletê kurd, kurdên herî nezan jî bêtir dike kurd û eşq û evîna kurdayetiyê di dilê wan da geştir dike.
XXX
Li hemberî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya asîmîlasyonîst û
nîjadperest û pêşketinên cîhana modern hebûna zimanê kurdî rûbirûyê xetereke
pir mezin û tunebûnê ye.
Weke kurd em nikanin siyaseta dewleta tirk û pêşketinên cîhana modern rawestînin.
Lê wek kurdên bîrewer hin tiştên ku em bikanibin bikin hene.
Mesela nivîskar, edîb û ranakbîrên kurd dibê bi kurdî binivîsin û di vê şêla xwe da israr bikin.
Nivîsandina bi kurdî êdî ne meseleyeke hezkirinê ye, wezîfeyeke walatparêzî, ronakbîrî, ûjdanî û siyasî ye. Her kurd dibê bi çavê liberxwedana netewî li nivîsandina kurdî binêre.
Nivîsandin û axaftina bi kurdî, bi qasî têkoşîn û liberxwedana şerê gerîla girîng û birûmet e. Ji bo ku ev ziman serbest bibe û bibe zimanê perwerdeya zarokên me her roj bi dehan gerlîla canên xwe feda dikin.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd jî dibê berpirsiyarî û mesûliyetên xwe yên ronakbîrî û bînin cî û miheqeq bi kurdî binivîsin.
Roja roja xîretê û liberxwedana di her warî da ye, roja nivîsandina bi kurdî ye. Mecbûrîyet û pêwîstiyeke zarûrî ne tê da, nivîsandina bi tirkî bêmesûliyetî, bêûjdanî û piştgiriya asîmîlasyona dewleta tirk e.

biji kek Zinar.Ji xwe iro vateni ya heri mezin a niviskaren kurd ewe ku kurdi bifikirin u kurdi binivisin.Ji bo ci? ji bo ku em Kurdin.Keke delal haya min ji emeliyata te tune bu.Derbasi be!Hevi dikim tu zu bas bibi u veri kahve u ez zudaye zora te ne birim e! Lawike Mus e.
SvaraRaderaSipas Şêrê Deşte Mûşê!
SvaraRaderaJi xwe min jî ji te ra kiriye ser hev, dibê ez te bikim "potatîsmos"!
Gelek sialv