27 oktober 2011

Dewletê bi siyaseta xwe ya nîjadperest qebûl kir ku kurd ne ji wan in

Altan Tan, di rapora xwe ya dawî da pir xweş û vekirî qala irkçîtî û nîjadprestiya hukûmeta AKP-ê û mamûrên Wanê dike.

 Altan Tan, alîkariya ku hukûmet bi şiklekî nîjadperest û irkçî di poz û bêvila kurdan ra tîne wiha aniya zimên:
 ” Çandir 10 km ji bajêr dûr li boliga komando li gel tê belavkirin. Ji bo ku meriv kanibe çandirekê bigre, berê dibê meriv li ba qeymeqam bi saetan têkeve dorê û navê xwe bide nivîsandin. Piştî 5 saet payin navên hatine nivîsîn tên xwendin û her kes kaxetekê digre. Piştî girtina kaxetê, êdî kesê xwedî erebe dikane here boliga komando. Heger erebe tunebe însan 10 km rê di bin baranê da peyatî dimeşin, diçin boliga komando. Li boliga komando jî însan 5-6 saetan dipên û dû ra çandirekê didinê. Lê îcar jî ewê çandirê çawa bîne mal? Dibê erebeyekê bibîne. Yanî alîkariyê dixin çavên me. Li hemberî vê rewşê me îsyan kir, me got çima hûn tax bi tax belav nakin? Gotin ji bo ku em çandiran paşda bigrin wiha dikin.”
Weke tê dîtin, ji ber ku hukûmeta AKP-ê kurdan ji xwe, ji miletê xwe nahesibîne, bi çavê neyar li kurdan dinêre û tu carî jî baweriya xwe bi mirovê kurd nayne, loma jî çandiran yek bi yek li ser însanan qeyd dikin, ji bo ku piştî demeke din ji wan paş da bixwazin.

Li Golcikê, li Stenbolê wiha nekirin û nakin jî çimkî ew tirk bûn, lê vana  kurd in.

Ji ber ku baweriya dewletê bi gelê kurd tuneye, ditirse ku gel tiştên xwe bide gerîla, loma jî ji nuha da tedbîra xwe digre.

Esas bi qasî ku çapemeniya kurd dinivîsîne ne çandiran tenê, malzemeyên din jî kontrol û baş taqîb dikin.

Çimkî hukûmet ditirse ku çandir, betenî û tiştên din herin bigihîjin destê PKK-ê, loma jî di rojeke wiha trajîk da jî dev ji vê taqîb û kontrola xwe bernade.

Dijmin dijmin e, ji bo dewletê qet ferq nake, ray dabe AKP-ê jî dibê meriv baweriya xwe pê neyne, dîsa jî dikane bi dewletê ra "xiyanetê" bike û alîkariyê bide gerîla.

Ev îcraat û taqîba dewletê ji bo me kurdan tê vê maneyê, hûn ne ji me ne, baweriya me bi we nayê, loma jî dibê em malzemeyên xwe taqîb bikin.

Lê bi vê şêla xwe ya nîjadperest û irqçî hukûmetê, dewletê û milet bi nezanî qebûl kirin ku em ne ji wan in, em miletekî din in û ew qet û qet ji me hez nakin.

Feqet  ji ber ku em miletekî bindest û welatekî mistemlekeyê wan in, loma jî ji mecbûrî alîkariya me dikin. Yanî ev alîkarî ne alîkariyeke ji dil, ji mecbûrî ye.

Ew dizanin ku "em kurd mirovên nankor in, em ji  başiyê û çêyiyê, ji însanetiyê fêm nakin", lê li gel vê jî ji mecbûrî ewê alîkariya me bikin. Bes dibê kontorl jî bikin, ji ber ku baweriya wan tu carî bi mirivê kurd  nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE