Bîstek berê*, gava min bala xwe dida kanalên tirkî û kurdî, di TRT6-ê da programa zazakî bala min kişand û min bîstekê bala xwe dayê.
Ji TRT6-ê keç û xortek li gundên Xarpêtê(Elezîzê) digeriyan û bi milet ra bi zazakî dipeyivîn.
Manzareya min dît, felaket bû, rewşeke dilşewat û malkambax bû; dewletê îşê kurdên wê herêmê qedandibû, yanî hemû asîmîle kiribûn.
Pîrek û zarokan ji xwe bi zazakî nizanîbûn, ew ji zûda di aşê asîmîlasyonê da hatibûn hêran û bûbûn "tirk".
Tenê çend kesên navsale û kal mabûn ku piçekî bi zazakî zanîbûn, lê ew jî bi zora xwediyên programê çend gotinên zazakî gotin, yanî tu kes ne dilxwazê axaftina bi zazakî bû.
Lê tu kesî jî nedixwest bibêje ez bi zazakî dizanim û bi zazakî bipeyive, li ser isarara xwediyên programê çend hebean çend gotinên zazakî û tirkî gotin.
Yanî asîmîlasyonê ne tenê li bajaran, li gundan jî pişt li kurdan şikandiye. Zimanê trkî ji zimanê mekteb û bajêr derbas bûye û bûye zimanê malê û dê.
Li gundên Ruhayê, Wêranşarê, Serêkaniyê, Dêrikê, Qezê, Nisêbînê, Diyarbekrê, Mêrdînê hîn felaket negihîştiye vê rewşê. Li Wêranşarê, Dêrikê, Serêkaniyê hîn li yek gundî jî gundî bi tirkî napeyivin, erê li gorî berê însan bêtir fêrî tirkî bûne, lê ne weke Xarpêtê.
Gund û tirkî?
Meriv şok dibe. Ez bi xwe şok bûm. Ji ber ku li herêma me însan hîn kurd mane û bi kurdî dipeyivin, îcar dema ez li gundekî Kurdistanê rastî vê felaketê têm , ez diqutufim û dikevim panîkê.
Dibê em Xarpêtê, Meletiyê, Sêwasê, Meraşê weke herêmên pîlot îlan bikin û bi plan û program herin gazî û hawara van herêman, giraniyê bidin van bajaran.
Ya na çend salên din ewê pir dereng be. Ji ber ku hindik be jî li van bajaran hîn çend kesên ku bi zazakî û kurmancî dizanin hene, roja ku ew jî mirin îşê me ewê pir û pir zahmettir be.
Bira dewlet li wir bimîne, emê nikanibin kurdbûna kurdan bi kurdan bidin qebûlkirin..
*Min ev nivîs do nivîsand. Lê ji ber ku ji nişkave kompîtora min dîsa "arize" da min nikanîbû biweşanda. Nuha bi êretî çêbûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar