31 juli 2011

Gurê fenek û bizina zîrek

Dibêjin rojekê bizinek hilkişyabû ser qotê zinarekî pir asê  û bilind û li wir diçêriya. Gurekî birçî jî derketibû nêçîrê û ji jêrî zinêr derbas dibû.

Gur bala xwe dayê wa ye bizinek li ser zinêr diçêre. Gur hema di cî da tahma devê xwe xweş kir û di dilê xwe da got, wele va ye Xwedê qismetê min şandiye ber nigê min, dûra jî bi zinêr de hilperikî, ji bo ku xwe bigihîne bizinê.

Lê ji ber ku zinar gelkî bilind û asê bû û kevirên wî jî şematokî bûn, gur kir nekir, nikanîbû pê da hilperikiya û xwe bigîhanda bizinê.

Dema dît nikane xwe bigihîne bizinê, îcar xwest bi hawakî bizinê bixapîne û daxîne jêr. Ban kirê got:

- Bizina şîrîn, ma tu çima hilkişyayî ser qotê wî zinarî bilind û asê? Zû ji wir dakeve were vir, wira gelkî talûke ye. Xwedê neke tu  bişemite tu yê xwe seqet bikî. Û jixwe gîha û çêre jî li wir tuneye, giş sinc û gongil in. Wek tu dibînî li vê jêrê gîha, nefel, hoşib li çongê ye, çêra vir wek şekir şîrîn e. Li vir tu yê zûtir zikê xwe têr bikî.

Bizin kalîya, got:

- Te bê wê derê gotiye birako, bi van gotinên xwe yên xapînok tu nikanî min bixapînî. Bi serê te, tu çi derewê li hev ragirirî, tu zêra bidî min jî ez ji vir danakevim jêr, nayê ba te! Ez baş zanim dema ez ji vî diyarî dakevim, ezê ji te re bibim xwarinek baş. Tu ne ji bo min, tu ji bo xwe dixwazî min ji vir daxînî jêr. Lê ez danakevim, ez bi fen û nêta te baş zanim...

Dûra jî hinekî din jî bi zinêr da hilkişiya û çû dereke hîn bilindtir.

Gur bala xwe dayê bizin ne xam e, naxape û ji ser zinêr danakeve. Bala xwe dayê xapandina bizinê ne mimkûn e, dêla xwe kir nav şeqa xwe û ji wir dûr ket.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE