02 juni 2011

Rûvîyê qol û hirç

Dibêjin hebû tunebû, pîrek û bizineke wê hebûn.

Pîrê her roj diçû bêriyê, bizina xwe didot, şîrê xwe dianî malê, heyvan dikir û ji xwe ra dikir mast.

Rojekê gava Pîrê dîsa ji bêriyê vedigeriya, rûviyekî fenek ew dît û bi dizîka da dû wê. Rûvî li nêzî malê, di quncikekî da xwe veşart heta ku Pîrê derket derve, çû nava malan.
Dema rûvî dît wa ye Pîrê çû, bi dizîka çû ket hundur û ket ser elbika şîr. Şîrê xwe heta binê elbikê alast û dûra jî lêxist û çû.

Pîrê gava ji nav malan vegeriya malê, bala xwe dayê ku wa ye çirrek şîr jî di elbê da nemaye.

Pîrê ji qehran dîn bû. Lê çi bikira jî pere nedikr.

Roja din Pîrê dîsa çû bêriyê, bizina xwe dot û şîrê xwe anî malê. Rûvî wê rojê jî xwe da bende Pîrê û ew taqîb kir, li nêzî malê, xwe li derekê veşart. Gava Pîrê ji hundur derket çû ba cîranan, rûvî  dîsa çû ket ser şîr û hemû bi ser xwe da kir.

Çend rojan bi vî awayî rûvî tim çû ket ser şîrê Pîrê û tiştek jê ra nehîşt. Rojekê Pîrê ji xwe ra got:

- Êdî bes e. Hela ka ez xwe bidim bende, mêze bikim ev dizê şîrê min kî ye? Dibê ez vî dizî bigrim. Ev çend roj in çirra şîr bi devê min nebûye.

Roja din Pîrê wek her tim dîsa çû bêriyê, bizina xwe dot û  şîrê xwe anî malê. Û dûra jî derket derve.

Lê îcar neçû nav malan, li dora xênî zîvirî û ji teqa pişt xênî dîsa ket hundur, şonikê xwe da destê xwe û li pişt derî xwe veşart.

Gava rûvî dît Pîrê ji mal derket, hema zû zûka dîsa çû ket ser elbikê û bû çelpeçelpa wî û şîrê xwe xwar.

Pîrê bala xwe dayê dizê wê rûvî ye. Rahîşt şonik û xwe da ber derî. Rûvî çer çav li Pîrê ket baz da, Pîrê di devê derî da şonik virvirandê. Şonik çû li dêla rûvî ket, dêla wî di ortê da qut bû. Waqînî bi rûvî ket, baz da û çû. 

Rûviyê me bi dêla xwe ya qol berê xwe da nav heval û hogirên xwe. Bi rê da rastî hirçê hat. Dema hirçê dît rûvî qol bûye, pê keniya, jê ra got:
- Ho rûviyo, qolo quto
Min di bin dêlê hilkuto!

Rûvî gelkî fedî kir û hema zû zûka ji wir da rê û çû.

Roja din, dîsa rastî  hirçê hat, hirçê dîsa tinazê xwe pê kir û jê ra got:

- Ho rûviyo, qolo quto
Min di bin dêlê hilkuto!

Axirê çi dema lawirên (heywanên) din jî rastî wî dihatin, henekên xwe bi dêla wî ya qol dikirin û jê ra digotin:

- Ho rûviyo, qolo quto
Min di bin dêlê hilkuto!

Êdî navê wî bû "qolo quto", kê ew bidîta, rastî kîjan heywanî bihata, jê ra digotin:
-
Ho rûviyo, qolo quto
Min di bin dêlê hilkuto!

Rûvî bala xwe dayê bi vî hawî nabe, bi vê dêla xwe ya qol ewê nikanibe di nav hevalan da rehet bike.

Rojekê ji xwe ra got, dibê ez herim xwe bavêim dexlê Pîrê û jê ra bibêjim ka dêla min bide min. Ku Pîrê dêla min nede min, bi vê dêla qol ezê tim bibim pêkenînê hevalan.

Û rabû da rê û çû mala Pîrê. Bang Pîrê kir, jê ra got:

- Pîrê, ez ketime bextê te û Xwedê, tu yê min efû bikî û dêla min paş da bidî min. Bi vê dêla qol ez bûme pêkenînê dost û hevalan, giş henekên xwe bi min dikin.

Pîrê got:
- Here şîrê min bîne, ezê jî dêla te bidim te.

Rûvî lêxist çû ba bizinê, ji bizinê ra got:
- Bizinê, bizinê, ma tu nikanî xêra xwe elbikek şîr bide min, ji bo ku ez bibim bidim Pîrê, bira ew jî li min vegerîne dêla min,
ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava dost û hevalan.

Bizinê got:
- Baş e, here ji min ra hinek gîha bîne, ez bixum ji bo ku şîr têkeve guhanê min. Dûra jî ezê bidoşim û bidim te.

Rûvî da rê çû ba mêrgê, ji mêrgê ra got:
- Mêrgê, mêrgê, ma tu nikanî xêra xwe hinek gîha bidî min, ji bo ku bibim bidim bizinê, bira bizin bixwe û şîr têkeve guhanan û dûra jî bide min elbikek şîr, ez jî bibim bidim Pîrê, Pîrê bide min dêla min, ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava dost û hevalan.

Mêrgê got:
- Baş e, lê dibê tu herî avê berdî ser min, ji bo ku çayir û çîmenên min gurr bibin û ez jî bikanibim gîhê bidim te.

Rûvî da rê, çû ser kaniyê, ji kaniyê ra got:
- Kaniyê, kaniyê, ma tu nikanî xêra xwe hinek av bidî min, ez bibim bidim mêrgê, ji bo ku ew jî bide min nefel û çêrê, ezê bibim bidim bizinê, bizinê bixwe, bide min elbikek şîr û ezê şîr bibim bidim Pîrê, Pîrê dêla min bide min, ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava dost û hevalan.

Kaniyê got:
- Baş e, lê dibê tu herî ji keçikên gund ra bibêjî, bila werin li ser min dîlanê bigrin û min kêfxweş bikin, wê gavê ezê avê bidim te.

Rûvî da rê, çû ba keçikên gund, ji wan ra got:
- Keçikno, ma hûn nikanin werin xêra xwe li ser kaniyê bigrin dîlanê, ji bo ku kanî kêfxweş bibe û bide min avê, ez jî bibim bidim mêrgê, mêrgê bide min nefel û çêrê, ez bibim bidim bizinê, bizinê bixwe, bide min elbikek şîr, şîr bibim bidim Pîrê, Pîrê li min vegerîne dêla min, ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava dost û hevalan, bikim gerr û seyranê.

Keçikên gund gotin:
- Baş e, lê dibê tu herî ji me her yekê ra cotek şimik bînî, ji bo ku em jî pê herin ser kaniyê, pê bigrin dîlanê û bînin kêfa kaniyê.


Rûvî da rê, çû ba hostakî şimikfiroş û jê ra got:
- Hoste, hoste, ma tu nikanî xêra xwe çend cot şimik bidî min, ez jî bibim bidim keçikên gund, ji bo ku ew jî pê herin ser kaniyê û pê bigrin dîlanê, kanî kêfxweş bibe bide min avê, avê bibim bidim mêrgê, mêrgê bide min çêrê, çêrê bibim bidim bizinê, bizin bixwe, bide min şîr, şîr bibim bidim Pîrê, ji bo ku ew jî dêla min bide min, ku bikanibim bi serbestî biçim nava hevalan, bikim gerr û seyranê.


Hoste got:
- Baş e, lê dibê tu herî ji min ra çend hêkan bînî ji bo ku ez jî şimikan bidim te.


Rûvî da rê, çû ba mirîşkê, ji mirîşkê ra got:
- Mirîşkê, mirîşkê, ma tu nikanî xêra xwe çend hêkan bidî min,
ji bo ku ez bibim bidim şimikfiroş,
ji bo ku şimikfiroş bide min şimikan, 
şimikan bibim bidim keçikan,
keçik pê herin ser kaniyê û bigrin govend û dîlanê,
kaniyê kêfxweş bikin ji bo ku kanî bide min avê,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg bide min çêrê,
çêrê bibim bidim bizinê,
ji bo ku bizin bixwe, bide min şîr,
şîr bibim bidim Pîrê,
Pîrê jî li min vegerîne dêla min,
ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava hevalan, bikim gerr û seyranê.


Mirîşkê got:
- Baş e, lê dibê tu herî ji min ra hinek garis bînî, ez bixum û bidim te hêkan.
Rûvî da rê çû ba kewarê, ji kewarê ra  got:
- Kewarê, kewarê ma tu nikanî xêra xwe bidî min çend mist garis,
ez bibim bidim mirîşkê,
mirîşk bide min hêkan,
hêkan bibim bidim şimikfiroş,
şimikfiroş bide min şimikan,
şimikan bibim bidim keçikan,
ji bo ku keçik pê biçin ser kaniyê û bigrin dîlanê,
kêfa kaniyê bînin, ji bo ku ew jî bid min avê,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrgê bide min çêrê,
çêrê bibim bidim bizinê,
bizin bide min şîr,
şîr bibim bidim Pîrê,
Pîrê jî ewê bide min dêla min,
ji bo ku bikanibim bi serbestî biçim nava dos û hevalan, bikim gerr û seyranê.


Kewarê got:
- Baş e, lê dema baran dibare, axur bi ser min da dilopan dike û ez jî tevî zadê hundurê xwe şil dibim.
Here ser xênî lox bike, bira dilop bên birrîn ez jî garis bidim te.

Rûvî rabû çû ser xênî, xanî lox kir û dilop sekinîn.

Û dûra jî daket çû ba kewarê,
kewarê garis dayê,
garis bir da mirîşkê,
mirîşkê hêk danê,
hêk birin dan şimikfiroş,
şimikfiroş şimik danê,
şimik birin dan keçikan,
keçik çûn ser kaniyê kirin dîlan,
kêfa kaniyê hat, kaniyê av dayê,
rûvî av bir da mêrgê,
gîha mêrgê tavilê geş bû,
mêrgê gîha dayê,
gîha bir da bizinê,
bizinê şîr dayê,
şîr bir da Pîrê,
û Pîrê jî dêla wî dayê.

Lê ev dêla ne wek dêla wî ya berê bû. Pîrê ew jê ra bi morîkan û bi xişrên din baş xemilandibû. Rûvî rabû dêla xwe ya ji ya berê hîn xweşiktir bi xwe ve kir û çû.


Bi rê da dîsa hirç rastî rûvî hat. Hirçê bala xwe da dêla rûvî û şaş ma, got:
- Rûvî, te ev dêla wiha xweşik ji ku anî?

Rûvî got:
- Li vê jêra han golek heye. Êvarî ez çûm wir, min dêla xwe xist nava golê û heta serê sibê sekinîm. Sibê, dema ez rabûm ser xwe û meşiyam, min dît ku dêla min wiha xemilîye. Heger tu bixwazî tu jî kanî wiha bikî.

Hirçê got:
- Welehî ev tiştekî  gelkî rehet e, ez jî herim wek te, dêla xwe têxim golê û bira dêla min jî wek ya te bi hil û mircanan bixemile.

Û gava bû êvar, hirçê çû dêlê xwe xist nava golê. Dêla hirçê jî wê demê wek ya rûvî gelkî dirêj û xweşik bû.

Dem zivistan bû, dinya gelekî sar bû. Bi şev ava golê qerisî, dêla hirçê tê da ma. Sibehê zûka rûvî baz da çû nêzî gund kire zûrre-zûrr û kûçikên gund bi xwe hesand. Kûçikên gund hemûyan dan dû rûvî.

Rûvî jî ji qestî raste rast berê xwe da golê û di ber golê ra beziya. Kûçikên gund jî giş li pê rêz bûn.

Dema hirçê dît ku kûçikên gund hemû bi hev ketine û ber bi golê ve tên, ji tirsan biziya û bi carekê da ji ciyê xwe pengizî û baz da. Lê ji ber ku ava golê qerisî bû, bûz girtibû dêla hirçê ji kok da qut bû û ma di nava golê da.

A dibêjin ji wê rojê û vir da ye lema jî hirç qol e û dêla wê hîn jî dirêj nebûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE