Ev ne bes bû ji do da ye dîsa pişt ketiye ber min. Loma min nikanîbû nivîsa xwe ya do binivîsanda.
Do min xwe li ser kursiyê xweş kir û hewil da nivîsa xwe binivîsînim. Lê min dît ku nabe, boçika min jan dide.
Ji mecbûrî min kompîtora xwe girt û çûm ketim nava nivînan.
Hûn rastiyê dixwazin jana pişta min hîn jî kêm nebûye, min nuha dîsa dest bi heba Panacodê kir.
Neyse ez vê meselê zêde dirêj nekim û werim ser mijara esasî.
Li ser gera xwe ya Kurdistana Federe min sê nivîs nivîsîn. Bi vê nivîsa xwe ez dixwazim dawî bidim nivîsên li ser Kurdistana başûr.
Weke min di destpê da jî got, ez 7 rojan li Kurdistanê mam. Ez çûm Hewlêrê, Kerkûkê, Helebçeyê, herêma Barzan, ser gorra Mele Mistefa Barzanî, Duhok û Zaxoyê, Şengalê û Laleşê.
Ji roja Seddam Husên ketiye û kurd bûne xwedî statuyeke siyasî û virdaye min dîtina Kurdistanê xeyal dikir.
Û ev xeyala min di 20-ê nîsanê da bi rast geriya.
Bi vê gerra xwe ez pir kêfxweş û dilşa me.
Bi dîtina min dibê her kurd miheqeq here Kurdistana azad bibîne. Ji bo kurdekî nedîtina Kurdistana azad kêmasiyeke mezin e.
Li Kurdistana azad meriv weke kurd bi rastî jî xwe azad û weke mirovekî temam, xwedî welat, xwedî al, xwedî meclîs û pûlis û xwedî dem û dezgeh his dike.
Ne tenê his dike, bi rastî jî wiha ye, çimkî meriv bi çavên xwe Meclîsa Kurdistanê, ala kurd, pûlisên kurd, petrola kurd, wezaretên kurdistanê, mekteb û zanîngehên û xwendevanên kurd dibîne.
Bi dîtina van dezgehên netewî meriv bindestiya xwe ya li Tirkiyê û li Swêd ji bîr dike û xwe weke mirovekî xwedî dewlet his dike.
Ji bo çend rojan be jî jîna van hestan gelkî girîng e, bi saya van hestan meriv dikane hestên mirovê azad û yên mirovê bindest, hestên mirovê xwedî dewlet û yên bêdewlet bi hev ra bijî û miqayese bike.
Her kurdê ku dilê wî bi şev û roj ji bo Kurdistaneke serbixwe lêdixe dibê vî hestê taybet miheqeq bijî.
Ez her hef rojan jî vî hestî jiyam.
Di rastiyê da Kurdistana azad welatekî serbixwe ye, lê ev rastî ji alî cîhanê ve hîn nehatiye pejirandin.
Tiştê li Kurdistanê min dît kurd dewlemend bûne, halê piraniya kurdan xweş e. Hema hema di bin her kesî da erebeyek nuh heye. Însan bi bonkêrî dixwin û vedixwin.
Kurdistan ji nuh ve avadibe, herder înşîat e. Lê bi taybetî jî ev yek li Hewlêrê pir vekirî ye.
Bi qasî ku mjin dît û guhdarî kir, piraniya mutehîtan ya kurd ya jî tirk in. Bi sedan market, galerî, maxaze û otêl vedibin.
Destpêkê bi piranî şîrketên biçûk bûn, lê nuha hêdî hêdî şîrketên mezin jî tên û dikevin bazarê.
Sektora xizmetê tu bigre bi tevayî di destê kurdan û tirkan û hinek jî lubnaniyan da ye.
Heft rojên ku ez li wir bûm, ez çûm kîjan aşxane û pastexaneyê yek ne têda hemû yên kurdên bakur û yek jî ya tirkan bû.
Bêyî aşxane û pastexaneyan, market û mexazeyên kincan jî hemû yên kurdan û tirkan e. Otêl hewitinê.
Di vê sektora xizmetê da kurdên başûr hema hema qet tunene. Li gor gotina kurdên bakur, kurdên başûr him naxwazin bixebitin û him jî ne karkir in. Loma jî herkes karkirê xwe ya ji Kurdistana bakur ya jî ji Tirkiyê tîne.
Hevalekî qal kir, got, çend karkirên kurdên başûr aşxaneya wî çêdikirin, gava bihîstin ku aşxane ewê alkolê bifroşe dev ji kar berdidin û dibêjin em naxebitin…
Heger di nava barekî da alkol hebe, şufêrê qamyonê bi rehetî dikane bibêje ez nabim.
Heger di destê te da şûşeyek alkol ya jî bîra hebe, şufêrê texsiyê dikane te li erebeya xwe neke, bibêje ez alkolê naxim erebeya xwe.
Min gelek numûneyên bi vî rengî bihîstin…
Ya din, li gorî muşahedeya min di vê sektora xizmetê da zimanê tirkî û muzîka tirkî pir û pir bi pêş ketiye û zêde tê peyivandin.
Mesela li pastexaneya MADO menu bi tirkî bû.
Li hin dikanin etîketên tiştan tenê bi tirkî bûn.
Heger wiha dom bike zimanê tirkî li Kurdistana azad ji xwe ber dikane têkeve dewsa zimanê erebî û bibe zimanê kurdan yê duyem.
Tiştê min dît, kurd ji ereban û erebî gelkî aciz in lê heyranê tirkan û tirkî ne.
Heger ev heyraniya tirkan û zimanê tirkî wiha dom bike, tiştên tirkan bi çekan nikanîbûn bidest xin, bi riya aborî û kulturî ewê bidest xin.
Tiştên yê bala min kişand paqijî bû, li ba însanan zanîna paqijiyê hema hema sifir e, însan xwezayê bi rengekî pir xerab qilêr dikin.
Zanîna paqijgirtina derûdora xwe û xwezayê dibê ji dibistanan dest pê bike ji bo ku însan ji zaroktiyê da bi vê kulturê mezin bibin.
Ez nivîsên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê li vir diqedînim. Di rojên bê da ezê bi çend nivîsan jî qala çavdêriyên xwe yên Kurdistana bakur û Tirkiyê jî bikim.
Mamo, xwezi te hinek behsa serdana xwe ya Kerkuke ji kiriba
SvaraRaderaBaş e, ezê dû ra qala wê û çend serpêhatiyên xwe yên din jî bikim.
SvaraRadera